
Mesûd Barzanî: Bo Kurdistaneke geştir û serkeftîtir piştevaniya Mesrûr Barzanî dikim
Serok Mesûd Barzanî bi boneya wergirtina baweriya Parlemantoyê û namzedkirina ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevanî da Mesrûr Barzanî.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya wergirtina baweriya Parlemantoyê û namzedkirina ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevanî da Mesrûr Barzanî.
Serok Barzanî îro li hejmara xwe tora civakî “Twitter” de kêfxweşiya xwe bo namzedkirina Mesrûr Barzanî wek serokê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ji aliyê parlamentoyê ve nîşan da û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Herwaha serok Barzanî ragehand: ‘’Ez piştevaniya Mesrûr Barzanî dikim ji bo gihandina Herêma Kurdistanê ji pêşkeftinên zêdetir û pêşerojeke geştir re.’’
Îro bi 87 dengên parlemanterên Kurdistanê ji koma 97 parlemanterên beşdar in, Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kandîdkirin.
Her îro jî nivîsa kandîdkirina Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneye nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re hat bilindkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin