'Mesûd Barzanî ji bo çareseriyek ji rewşa Rojava re bê dîtin kar dike'

'Mesûd Barzanî ji bo çareseriyek ji rewşa Rojava re bê dîtin kar dike'

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextîyar ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ji bo dîtina çareseriyekê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re dest bi xebatan kiriye.

A+A-

Bextiyar li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ya piştî biryara Trump axiviye û gotiye. “Mesûd Barzanî li pişt perdeyê ji bo çareseriyek ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re bê dîtin, dest bi xebatê kiriye.”

Bextiyar bal kişand ser pêvajoya Cenevreyê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de û diyar kir, pêwîste Kurd ji bo piştgiriyê bistînin hewlên dîplomatîk zêde bikin û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê şandeke hevbeş amade bikin û ji bo Rojavayê Kurdistanê serdana paytextên welatan bikin.

Rêveberê YNKê Mela Bextiyar destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin rêkeftinên ENKS û TEVDEMê ku beriya niha bi navbeynkariya Serok Barzanî li Dihok û Hewlêrê lihev kiribûn, lê ta niha jî ew rêkeftin nehatine bicihanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin