Meteorolojiya Tirkiyê ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û qeşayê da
.
A+A-
Saziya keşûhewayê ya Tirkiyê, ji bo 11 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê û qeşayê da.
Di daxuyaniya Meteorolojiya Tirkiyê de hişyariya berfa zêde û qeşemgirtinê ji bo bajarên Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Dersîm, Îdir, Erzingan, Agirî, Erzerom û Qersê hat dayîn.
Meteorolojiyê diyar kir ku li gelek deveran germahî ketiye binê sifirê û bi şev germahiya herî kêm a hewayê li Muşê 10, li Colemêrgê û Wanê 9 û li Bedlîsê jî dibe 6 derece û hişyariya barîna berfê û qeşayê da hemwelatiyan daku tedbîrên xwe bistînin û baldar bin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin