
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê
.
Metran Beşar Werde li ser beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya merasîma veşartina Papa Francis got, “Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê”
Serokê Dêra Keldaniyan a Hewlêrê Metran Beşar Werde diyar kir ku beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di merasîma veşartina Papa Francis şanazî ye ji bo Xiristiyanên Îraq û Herêma Kurdistanê û ev beşdarî Kurdistanê dixe ser nexşeya cîhanê.
Merasîma veşartina Papa Francis doh li Romaya paytexta Îtalyayê hat lidarxistin.
“Kardînal 9ê Gulanê dê ji bo hilbijartina papayê nû bicivin”
Metran Beşar Werde, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Ji îro ve rojên şînê dest pê dikin û dê 9 rojan biajo. Her roj dê di van rojan de ayînek bê lidarxistin."
Wî amaje pê kir ku ji niha ve navên kardînalan û cihên lidarxistina ayînan ji bo Papa hatine destnîşankirin.
Serokê Dêra Keldaniyan a Hewlêrê amaje bi pêvajoya hilbijartina Papa kir û wiha domand: "Di van rojan de civata kardînalan dê bi awayekî berdewam di nav civînan de bin da ku rewşa dêrê nîqaş bikin.
Dêr niha li ku derê ye? Berpirsiyarî û erkên wê çi ne, zehmetî, pirsgirêk, qeyran çi ne, çi yên cîhanî bin çi yên dêrê bi xwe bin ku aniha dêr pê re rûbirû ye?
Ev nîqaş gelekî girîng in ji bo tiştê ku em jê re dibêjin xêzkirina nasnameya qonaxa bê.
Wekî ku min di gelek hevpeyvînan de ragihand, ti karên berendamiyê nabin û ti navên pêşniyarkirî nabin.
Tiştên ku niha di medyayê de tên belavkirin tenê texmîn in û ti bingeha wan nîne.
Her tim di hilbijartinên berê de navek derketiye ku qet nehatibû pêşniyarkirin.
Di 9ê Gulanê de dê kardînal bikevin tiştê ku em jê re dibêjin 'conclave' (Civîna kardînalan ji bo hilbijartina Papa) û wê demê dê biryarên din hebin ku bi nihênî yan dê baştir be ku em bibêjin bi taybetmendiyên dêrê ve girêdayî ne.
Çimkî ne tiştek nihênî ye lê taybetmendiya hilbijartinê ye, ji ber ku ev hilbijartin erkdarî ye, zêdetir ji vexwendine û armanc jê di bingehê de xizmeta dêrê ye."
“Kardînal dê rewşa dêrê nîqaş bikin”
Metran Beşar Werde amaje bi wê yekê kir ku dê heta 2 hefteyan dê papayê nû were hilbijartin û got:
"Li gorî texmînên hemû kesan, di nava kêmtir ji du hefteyan de dê papayekî nû hebe, yanî dê pêvajo dirêj nebe.
Ev pêvajoya şînê ye ku 9 rojan diajo. Ev kevneşopiyek e ji Încîlê, ji Kitêba Karên Pêxemberan tê.
Piştî wê dê pêvajoya hilbijartinê dest pê bike ku di hilbijartinên berê de di navbera 3 heta 4 rojan de qediyaye.
Ji ber ku wekî ku min got, nîqaşên ku beriya van hemû rojan û di van rojan de heya beriya hilbijartinan dibin dê nasnameya qonaxê diyar bikin.
Nasnameya qonaxê navekî diyar nake. Her wiha ev nîqaş ku kardînal bi xwe beşdarî dibin bi rêya axaftinên ku pêşkêş dikin.
Her yek dîtina xwe, eleqeya xwe û tiştê ku ew li rewşa niha ya dêrê dibîne û çawa dêr dê vê rêwîtiyê bidomîne, pêşkêş dike."
Serokê Dêra Keldaniyan a Hewlêrê li ser beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya merasîma veşartina Papa Francis jî wiha domand:
"Ev beşdarî şanazî ye ji bo me wekî Xiristiyanên Îraq û Kurdistanê û ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê civîna navneteweyî de beşdar bibe ku mirovahî tê de xatir ji papayê zêdetirî milyarek û 400 milyon Katolîkên li seranserê cîhanê dixwaze."
“Pêwendiyên Papa Francis û serkirdeyên Kurdistanê dostane bûn”
Metran Beşar Werde behsa pêwendiyên taybet Papa Francis ên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re jî kir û got: "Em ji bîr nakin ku pêwendiyeke dostane ya Papa Francis bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hebû.
Her wiha bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re pêwendiyên wî hebûn.
Dibe ev cara yekem be ku di serdana Papa Francis ya ji bo Îraqê de - ku wî serdana 68 welatan kiriye - bi protokolên taybet û nejirêzê hat pêşwazîkirin.
Bi piranî Papa bi siyasetmedaran re carekê li qesra serokatiyê hevdîtin dike û axaftinekê pêşkêşî wan dike, ev li Bexdayê çêbû.
Lê Papa û Vatîkanê ji bo rêzgirtina tiştê ku Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan kiribû, bi taybetî di warê parastina Xiristiyanan û zêdetirî milyonek koçberan di sala 2014an de, bi taybet Xiristiyanan, ji wan re protokolekî awarte hate danîn.
Hevdîtineke taybet li Hewlêrê pêk hat ku tê de Papa bi Nêçîrvan Barzanî yê ku li balafirgehê pêşwaziya Papa kir, Mesrûr Barzanî re di rêza pêş de Papa pêşwazî kir û bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.
Ev protokola awarteyî kûrahiya pêwendiyan û rêzgirtina Vatîkanê ya ji bo vê dostaniya dilgerm nîşan dide.
Beşdariya Nêçîrvan Barzanî di vê civîna navneteweyî de her wiha danîna Kurdistanê ye li ser nexşeya cîhanê.
Em ne dûrxistî ne û em ne wekî hêmanekî dûrxistî ne lê em di hemû van civînan de amade ne û bi hêz amade ne, her wiha bi peyama ku em hildigirin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Romayê tevî serkirdeyên cihanê beşdarî merasîma veşartina Papa Francis bû.
Papa Francis 21ê Nîsanê 2025an li Romayê di temenê 88 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Komek mezin a Xiristiyanên Katolîk û serkirdeyan xatir ji Papa Francis xwestin.
Li gorî zanyariyan nêzîkî 200 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê Papa Francis bûn ku li meydana Saint Peter a li Vatîkanê hat lidarxistin.
Ayîna merasîmê ji aliyê Kardînal Giovanni Battista Re hat birêvebirin.
Li gorî Vatîkanê, 162 heyetan beşdariya xwe ya di merasîma cenazeyê de pejirandin, di nav wan de bi dehan serkomarên dewlet û hikûmetan û gelek şah jî hebûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin