Mexdûrên Sûrê careke din mexdûr bûn
Mexdûrên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê careke din mexdûr bûn. Mexdûrên ku di şer û aloziyan de ji neçarî malên xwe bi cih hiştibûn, bi alikariya ku dewletê dida di xaniyên kirê de bûn.
Mexdûrên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê careke din mexdûr bûn. Mexdûrên ku di şer û aloziyan de ji neçarî malên xwe bi cih hiştibûn, bi alikariya ku dewletê dida di xaniyên kirê de bûn. Lê mexdûrên Sûrê dibêjin; ev çar meh in ku dewletê heqê kirê nedaye me, em jî nikarin kirêyên xwe bidin. Mexdûrên Sûrê li benda alikariya kirê ne.
Bi hezaran malbatên ku li navçeya Sûrê ya dîrokî dijiyan, ji ber şer û aloziyên sala 2016'an de malên xwe bi cih hiştibûn û li nav bajêr belav bûbûn. Weqifa Alîkariya Civakî ya ser bi Qeymeqamiya Sûrê ve mehane hezar lîre alîkarî dida hezar kesan. Lê mexdûrên Sûrê dibêjin; ev 4 meh in ku ji bo me alîkariya kirê hatiye birîn û daxwaz ji rayedaran dikin ku alîkariya wan nebirin an dê careke din mexdûr bibin.
Mexdûr Hêja Aslan: "Ev bû 5 meh kirêyên me nadin. Em şerpeze bûn, xwediyên xaniyan tên, dibêjin em ê eşyayên we bihavêjin kuçeyê. Em çi bikin? Bila çareyekê ji me re bibînin, bila xanî bidin me. Bi rêk û pêk kirêyên me nadin, bû 6 meh ku kirêya min nedane."
Mexdûr Zehra Bîlîcî: "Ev meha 5'an e ku kirêya me nedane. Em diçin weqifê, weqif dibêje kirêya we betal kirine, em diçin parêzgeriyê, Parêzgerî dibêje; kirê betal nebûye hatiye rawestandin. Ma xwediyên xaniyan disekinin? Bû sê caran tê ber deriye min, dibêje ji xaniyê min derkeve. Ez ê bi ku ve biçim? 5 zarokên min hene. Xaniyê min xirab kirine, heqê xaniyê min nadin."
Mexdûr Nezahat Polat: "Me tiştekî ji malê dernexist. Em bi serê xwe derketin. Em niha kirêciyên xelkê ne, em nikarin heqê kirê, av û karabayê bidin. Zilamê min betal e, heta êvarê di hundir de ye. Kar tuneye. Lawê min di girtîgehê de ye, ez niha ji girtîgehê têm. Kesekî min ê ku kar bike tuneye ku ez heqê kirê bidim."
Piraniya şêniyên Sûrê ew kesên ku ji ber bûyerên sala 1990'î gund û warên xwe bi cih hiştine. Di şer û aloziyên ji beriya 4 salan de niştecihên 6 taxan careke din koçber bûn. Li cihên xaniyên wan dewletê xaniyên nû çêkirin lê belê buhayên wan xaniyan di navbera 300-600 hezar lireyan de ye. Hêza mexdûrên Sûrê tuneye ku xaniyên giranbuha bikirin. Gelek ji niştecihên Sûrê jî di xaniyên ku ji aliyê dewletê ve hatin çêkirin de bi cih bûn lê yên ku hîn xaniyên xwe negirtine ev 4 sal in ku di xaniyên kirê de ne.
Mexdûr Belqîse Aslan: "Ez dixwazim xaniyên min bidin min. 2 xaniyên min di nav Sûrê de hebûn. Bila xaniyên min bidin min, ez pereyên wan naxwazim. Bû 6 mehan kirêya me nadin, çima heqê TOKÎ'yan didin, çima heqê xwediyên xaniyan nadin, bila xaniyên min bidin min."
Mexdûr Gulîstan Tosun: "Ez xaniyê xwe dixwazim. 5 meh in kirêya me dikin ser hev,2 meh an 3 mehan didin. Em xaniyên Sûrê dixwazin, ji me re dibêjin; 38 hezar pere bidim te. Ma bi 38 hezaran xanî tê kirîn? Ez xaniyê xwe dixwazim, bila xaniyê min bide min, ez diçim li Sûrê kon vedidim."
Piraniya mexdûrên Sûrê xizan in lê ji çanda pêkvejiyanê bextewar in û naxwazin ev çanda qedîm têk biçe. Hat zanin ku mexdûrên Sûrê bi rayedarên dewletê re hevdîtinek pêk anîne û hat ragihandin ku dê di meha Tîrmehê de kirêyên ku ketine ser hev, di yek carê de werin dayîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin