Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Meyandina dinya yê di meha kanûn qedim de çêbuye û serê sala Êzdîtiyê jî di destpêka meha kanûn tex de destpêdike

A+A-

"Li gorî zanîna Êzdiyên ilimdarên Xaltaniyê, meyandina dinya yê di meha kanûn qedim de çêbuye û serê sala Êzdîtiyê jî di destpêka meha kanûn tex de destpêdike.

Weke ku di „qewlê mehan“ de dêje

 

„Ji qewlî Fexrî zergûna,

here bi herf e û ye bi nasîn e

Roja binyata vê dinya yê danîne,

ew roj bi xwe kanûne.“-qedim-

 

Di vir de zelaldibe ku, meyandina dinya yê di vê meha kanûn„qedim“-12- de ye û serê sala Êzdîtiyê di destpêka meha kanûn „tex“ -1- de destpêdike.

 

 Dîsa di „qewlê zebûnî meksûr“ de dêje:

 

„Piştî çil hezar sal bi jimare

Heta Laliş ji jor ne di hate xware

Erdê bi xwera negirtiye hêjare

 

Dema ku Laliş dihate

Pê şîndibû çend û nebate

Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“

 

Di vir de jî zelaldibe ku, canê min bigorî Tawisî Melek, bi raya Xwedê di roja çarşema serê nîsanê de hatiye ser ruyê erdê û jiyan berdaye axê. Lewma em dibêjin, roja çarşema serê nîsanê destpêka jiyanê ye û ne roja serê sala Êzdîtiyê ye.“*

*Belê dirêjiya vê hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Şerîf Heso ra, yê ku ji malbata pîrên di nav Xaltaniyê de gelek xwedî ked û emekdar rahmetîyê Feqîr Piçî û lawê Xwedê jê razî Feqir Heso ye , wê di nêz de bêye weşandin.

ida-carsema-sere-nisane-ya-derin-bo-ezdiyan.png

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin