Mezlûm Ebdî: Em amade ne ewlehiya sînoran radestî Şamê bikin

Mezlûm Ebdî: Em amade ne ewlehiya sînoran radestî Şamê bikin

..

A+A-

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir li gorî formulekê ew dikarin ewlehiya sînoran radestî desthilatdarên Şamê bikin.  

Mezlûm Ebdî diyar kir ku heger ew û Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li hevdû bikin ew amade ne tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin.

Mezlûm Ebdî ji Şerq El Ewsetê re axivî û behsa pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî amaje bi wê yekê kir ku divê Sûriye welatekî yekgirtî bimîne lê divê ev yek piştî gotûbêjên destûrî û bi îradeya Sûriyeyê pêk were.

Ebdî di beşeke din a axaftina xwe de hişyarî da ku metirsiyeke mezin li ser Kobaniyê heye.

Li gorî gotina Mezlûm Ebdî tevî ku HSDyê bi rêya navbeynkaran pêşniyara "herêma bêçek" li Enqerêyê kir lê heta niha Enqereyê bersiv nedaye.

“Em naxwazin Sûriye parçe bibe”

Mezlûm Ebdî li ser diyaloga bi Heyeta Tehrîr el-Şamê jî wiha got:

“Em hîn bi Heyeta Tehrîr El-Şam re negihîştine danûstandinên rasterast lê em di wê baweriyê de ne ku divê Sûriye dewleteke nenavendî, piralî, demokratîk be, ku nasnameya cihêreng be.

Welat li gorî destûreke nû mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û yên gelê Kurd jî bên parastin.

Em li hemberî parçebûna Sûriyeyê ne û amade ne rola xwe di avakirina hikûmeta ku welat birêve bibe de bilîzin.

Sûriyeyê gelekî xwîn rijand. Îro em bi lezgînî banga diyaloga tam û rasterast ji bo bidestxistina serdemek aştî û ewlehiyê dikin da ku Sûriye bi pêş ve biçe û ji nû ve ava bibe.”

“Vegera Pêşmergeyên Roj xwezayî ye”

Mezlûm Ebdî behsa pêşeroja Rêveberiya Xweser jî kir û wiha got:

“Herêmên Rêveberiya Xweser herêmên Sûriyeyê ne, divê nûnerên wan xwedî rol û deng bin û di avakirina pêşerojê de beşdar bin.

Divê Sûriyeya pêşerojê xwedî artêşeke niştimanî ya yekane be ku welat û welatiyên Sûriyeyê biparêze.

Ev mijareke nayê niqaşkirin û çekên Hêzên Sûriya Demokratîk wê bibin çekek ji bo vê artêşa niştimanî û bi hemû ezmûn û hêza xwe ve di nava wê de cih bigirin vê mijarê pêk bînin.”

Ebdî di beşekî din ê axaftina xwe de behsa vegera Pêşmergeyên Roj jî kir û wiha got:

Em behsa avakirina artêşeke niştimanî ya Sûriyeyê bêçekkirin û yekkirina aliyekê di vê artêşê de dikin.

Heger endamên “Pêşmergeyên Roj” ji vegerin welatê xwe, ev tiştekî xwezayî ye."

Mezlûm Ebdî li ser ewlehiya sînoran jî axivî û wiha got:

“Em bi biryar in ku ewlehiya cîranên xwe dabîn bikin, ji ber ku Sûriye dê li ser ewlehî û aramiya wan nebe xeter.

Ji bo pêşdebirina tedbîran ji bo ku ti aktorên ne ji Sûriyeyê ewlekariya Sûriyêyê û cîranên wê tehdîd nekin em amade ne ku bi hikûmeta navendî re kar bikin

Em di prensîbê de amade ne ku li gorî formuleke lihevkirî, erkên ewlehiya sînor bi hêsanî radestî desthilatdarên Şamê bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin