Mezlûm Ebdî: Rêkeftina me hemû pêkhateyan hembêz dike û cîrantiya baş garantî dike

Mezlûm Ebdî: Rêkeftina me hemû pêkhateyan hembêz dike û cîrantiya baş garantî dike

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê li ser rêkeftina duhî ya bi Ehmed Şera re radigihîne, “Em vê rêkeftinê derfeteke rast dibînin ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhateyên wê hembêz bike û cîrantiya baş garantî bike.”

Serokatiya Sûriyeyê duh 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê piştre li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Di vê dema hestiyar de, em bi hev re kar ji bo qonaxek veguhêz dikin ku daxwazên gelê me yên ji bo dadperwerî û aramiyê nîşan bide.”

Mezlûm Ebdî da zanîn: “Em bi avakirina pêşerojeke baştir ku mafên hemû Sûriyan garantî dike û daxwazên wan ên aştî û rûmetê pêk tîne, pabend in.”

Herwiha tekez kir: “Em vê rêkeftinê derfeteke rast dibînin, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhateyên wê hembêz bike û cîrantiya baş garantî bike.”

Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:

1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.

2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.

7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin