Mezlûm Ebdî teqînên li Minbice bi tundî şermezar kir: Divê berpirs hesab bidin
.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî teqîna li bajarê Minbicê ya îro Duşemê bi tundî şermezar kir û got: “Ev kiryarên tawankar, yekîtiya niştimanî dixe metirsiyê û divê berpirsên wan hesab bidin.
Hêjayî gotinê ye, îro 3yê Sibatê otomobîleke bombekirî li navenda bajarê Minbicê teqiya. Li gorî Berevaniya Şaristanî ya Sûriyeyê, di encama teqînê de, 15 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hesabê xwe yê Xê nivîsî: “Em teqînên ku bajarê Minbicê kirine armanc bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe bi gelê wê re radigihînin.”
Mezlûm Ebdî got: “Ev kiryarên tawankar, yekîtiya niştimanî dixe metirsiyê û divê berpirsên wan hesab bidin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û daxwaza başbûnê ji birîndaran re anî ziman.
Navenda Ragihandinê ya HSDê jî bi daxuyaniyekê ragihand, “HSD teqîna terorî ya ku vê sibehê li bajarê Minbicê pêk hatibû, şermezar dike. Hêzên me teKez dikin ku danîna teqemaniyan, şerê navxweyî, teror, tevlihevî û fitne beşeke sereke ya kiryarên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ne.
Tekez kir jî: “Ev kiryar stratejiyeke sabit a wan koman e. Ew kom bi rêya kiryarên bi vî rengî dixwazin şêniyan bitirsînin û li ber xwepêşandanên wan ên li dijî rewşa xirab a li Minbicê û pirsgirêkên dizî, talankirin û destdirêjiyê ku dikin, bigirin.”
HSDê diyar kir: “Hêzên me ezmûnên xwe yên lêkolîn û lêpirsînê pêşkêşî rêveberiya Şamê dikin, da ku aliyên rasteqîn ên sûcdar ên li pey van teqînan aşkera bikin, her wiha kesên hewl didin bêyî delîlan û bi tawanbarkirina hêzên me bi van sûcan, kiryarên xwe veşêrin, werin aşkerakirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin