Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li ser çi axivîn?

Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li ser çi axivîn?

.

A+A-

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer doh çû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bi kesayetiyên herêmî û xelkê re civiya.

Divê were gotin ku şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li civînê hazir bû.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen diyar kir, Ehmed Şer soz daye ku ew dê nehêlin li Efrînê binpêkirin bên kirin û ew dê ji bo tomarkirina giliyan ofîsekê vekin û hêzên ewlehiya navxwe bişînin Efrînê.

Wî da zanîn ku kesayetiyên cuda, oldar, Meclisên Xwecihî û serokên şaredariyan jî li civînê amade bûn.

Ehmed Hesen daxuyand ku nûnerên komên çekdar tevlî civînê nebûne û ji sedî 98ê beşdarên civînê Kurdên Efrînî bûne.

Ehmed Hesen ragihand ku Ehmed Şer di civînê de piştrast kiriye ku Efrînî dê vegerin cih û warê xwe û gotiye ku wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser mijarê diyalog kiriye.

Serokkomarê Sûriyeyê her wiha diyar kiriye ku wî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re gotiye ku ew li hev bikin an nekin jî dê Efrîniyên li herêmên din vegerin cihê xwe.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê kifş kir ku 10 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê û bi sedhezaran Ereb ji Efrînê derketine.

Ehmed Hesen wekî mînak biland ku tenê 15ê Sibatê karwanekî ku 80 otomobîl û 10 otobusan pêk dihat ji navçeya Racoyê ya Efrînê derketiye.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen bû mêhvanê Nûrojê pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Rudaw: Civîn çi qasî dirêj kir û tê de behsa çi hat kirin?

Ehmed Hesen: Civîn derdora 1.5 - 2 demijimêran dirêj kir û em wekî encûmena xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê agahî gihşt me ku nîvro wê parêzgarê Helebê bê serdana Efrînê lê piştre di demjimêr 17:00an de ji me re gotin ku wê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer serdana Efînê bike û wekî ENKSyê bi fermî em hatin vexwendin û em bi şandeyekê di beşdar bûn. Di civînê xelkê Efrînê hebû, kesyatiyên cuda, kesyatiyên olî û encûmenên xwecihî yên şaredariyan û serokê şaredariyan amade bûn.

Rudaw: Ti nûnerên grûpên çekdar di wê civînê de amade bûn?

Ehmed Hesen: Na, ji sedî 98ê beşdarên civînê Xelkê Efrînê bû û Erbên beşdar jî her ji berê de û ji dehên salan nişteciyên Efrînê ne. Destpêkê pêşwaziyê li serokê Sûriyeyê Ehmed Şer hat kirin, piştre derfet da kesên beşdar ku biaxivin.

Rudaw: Em dizanin te bi xwe jî axaftinek di civînê de pêşkêş kir lê di destpêka axaftina xwe de Ehmed Şer çi got? Armanca wî ji serdanê çi bû?

Ehmed Hesen: Destpêkê ew neaxivî lê em axivîn, piştre ew axivî.

Rudaw: Başe, di axaftina xwe de, te behsa çi kir û daxwaza çi kir?

Ehmed Hesen: Me nameyek bi navê ENKSyê ya Efrînê ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re xwend û me di nameya xwe  behsa her tiştê ku li Efrînê tê kirin, kir. Me behsa wan binpêkirinên li Efrînê kir. Me behsa birîna daran kir ku bi awayekî hovane tê kirin, bi taybetî di vê qonaxa veguhêz ku Sûriyeyê tê de derbas dibe, grûpên çekdar wekî derfet ji xwe re dîtiye û birîna daran zêde bûye û bazirganiya xwe li Efrînê zêde kiriye.

Her wiha di nameya xwe de me behsa zindanên li Efrînê kir ku tev zindanên Sûriyeyê hatine spîkirin ji bilî zindanên Efrînê ku heta niha nehatine spîkirin û bi sedan xelkê me di zinadanan de ye û her wiha xelkê me ku vedgere Efrînê di rê de tê girtin û li zindanên Marih, Izaz, Rahî û Hewar Kilis tê girtin. Em bi hêvî ne ku ew zindan jî werin spîkirin. Me behsa baca bi zorê kiriye ku heta niha li wan navçeyên ku grûpên çekdar lê hene, bacê ji xelkê me distînin û bi hezaran dolar ji xelkê bi zorê têne stendin.

Her wiha behsa wan xanî û  malên xelkê resen yên Efrînê kirine ku tevî ku vala bûn lê hîna klîlên wan di destê grûpên çekdar de ne û radestî xwediyên wan yên resen. Hemû tiştên ku li Efrînê tê kirin me behs kir û me daxwaz kir ku xelkê me dibêje ku derfet ji wan re bê peydakirin û ev metirsiyên ku heyî nemînin û ew dê vegerin malên xwe.

Rudaw: Bersiva Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li van daxwaziyên we çi bû û çi soz da we?

Ehmed Hesen: Di dawiyê de Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer axivî û got ka çima Efrîn wekî yekem bajarê ser bi Helebê hilbijart ku serdana wê bike. Şer got, `Ez berê li Îdlibê bûm û cîranê Efrînê bûm û ji nêz de min didît çi zilm û binpêkirin li Efrînê dibe û car caran me dixwest em çareser bikin lê derfet tune bû û ew wext ne ew wext bû ku em destê xwe dirêjî hunera herêma Efrînê bikin û çareseriyekê bibînin lê niha dem hatiye guhertin`.

Wekî wî gotî û soz daye ku `em dê nehêlin ev binpêkirin berdewam bin û em dê we bikin ku her kes mafê xwe bi dest bixe` û soza da ku nivîsngehekê ji bo tomarkirina giliyan ji aliyê xelkê Efrînê vekin û hêdî hêdî hêzên ewlekariya naxwe derbasî Efrînê bikin û em dê grûpên çekdar ji Efrînê derxînin bibin cihekî din û navekî din wê li wan bê kirin.

Gelek soz dan û got ev rêjîma rûxyayî gelek zulm li xelkê Sûriyeyê bi tevahî kir û li ser Kurdan jî. Got jî `Me û HSDyê bi hevre diyalog kir û ji fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re gotiye ku di her egerekê, ew li hev bikin an nekin divê xelkê Efrînê yên li navçeyên HSDyê vegerin ser cih û warê xwe û gundê xwe`. Got jî di destûra Sûriyeyê de em wiha bikin ku wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de hebe.

Rudaw: Derbarê lêpirsîn û darizandina van grûpên çekdar ku binpêkirin kirine, xelk kuştine û revandine, we ji Serokê Sûriyeyê xwest ku bêne darizandin?

Ehmed Hesen: Me di nameya xwe de got ku divê dewleta yasayê hebe û dadgeh hebin, kesên ku binpêkirin kirine gereke ku bêne darizandin. Gelek binpêkirin çê bûn û heqê xelkê hat xwarin, zilm û zor hat kirin û me got divê yasa û dadperweriyê riya xwe bibîne.

Rudaw: We got, Ehmed Şer soz daye ku nivîsîngehekê li Efrînê veke û ew kesên ku giliyên xwe hebin li wir tomar bikin, kengî ew nivîsîngeh tê vekirin?

Ehmed Hesen: Got di demeke nêzîk de bê vekirin, tekez kir ku her tişt wê cihê xwe bigire lê pêwîstî bi demê heye ji ber ku qonaxeke veguhêz e lê got di çend rojan de ew nivîsîngeh wê bê vekirin.

Rudaw: Derbarê birêvebirina Efrînê di aliyê îdarî de, we ti soz ji Ehmed Şer wergirtiye ka wê çawa be, ji bilî ku wê hêzên xwe yên ewlekariya naxwe bişînin?

Ehmed Hesen: Li ser wê axaftin çê nebû. Herêma Efrînê wekî hûn dizanin berê rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 97 - 98 bû lewma ev birêvebiriyên ku wê çê bibin wê ji Kurdan re be. Niha vegera xelkê Ereb ji herêma Efrînê gelekî zêde bûye, bi hejmarên gelekî zêde vedigerin.

Wekî nimûne doh tenê ji herêma Racoyê karwanek bi rê ket, derdora 80 otombîlan û 10 busan tijî xelk bû û derktin wekî çavdêr ji me re got.

Rudaw: Ev jî mijareke giring e, di van du mehan de çi qas malabtên Ereb ji Efrînê derketine û vegeriyan cih û warê xwe?

Ehmed Hesen: Gelek in, bi deh hezaran e eger nebibûya bi sedhezaran. Hejmareke hûr nine ji ber ku şev û roj derdikevin.

Rudaw: Çend malabtên Kurd vegeriyane Efrînê?

Ehmed Hesen: Kurd gelek in, bi ser 10 hezar malbatan ketiye ku vegeriyane.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin