MHPê şaxa partiya xwe ya li Diyarbekirê girt
.
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin.
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin û herwiha rêxistina bajêr jî hatiye betalkirin. MHPê li medyaya civakî ragihand ku pêwîst hatiye dîtin ku gavet wisa were avêtin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Semîh Yalçin li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku wan biryar dane Şaxa MHPê ya Diyarbekir bidin girtin û herwiha Yalçin dide zanîn ku rêxistina bajêr a MHPê jî hatiye betalkirin.
Yalçin di daxuyaniya xwe de dibêje li gorî xalên rêznameya partiya wan ên peywendîdar pêwîst hatiye dîtin ku ev biryar were dayîn.
Serokatiya Şaxa Diyarbekir a MHPê ji aliyê Cîhan Kayaalp ve ji sala 2018an ve dihat kirin.
Ji aliyê MHPê ve derbarê çarenûsa MHPê ya Diyarbekir de hîn jî daxuyaniyek nehatiye ragihandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin