Mihemedê Mûsê: Divê em tevgera sîyasî bi hevdu re yekdeng bin.

Mihemedê Mûsê: Divê em tevgera sîyasî bi hevdu re yekdeng bin.

Mihemedê Mûsê dibêje, Rojavayê Kurdistanê di qonaxake hestyar re derbas dibe û tekez dike, “Êrişên mezin li ser gelê Kurd hene. Şerê me şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji bo em hebûna xwe biparêzin, dibê em tevgera sîyasî bi hevdu re yekdeng bin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Sekreterê Partîya Çep a Kurdî li Sûrîyê Mihemedê Mûsê, bedşarî bultena Rûdawê bû û behsa rêkeftina Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurd (PYNK) kir.

Mihemedê Mûsê, rêkevtina ENKS û PYNKê girîng dibîne ku ne tenê li ser asta navxwe li ser asta herêmê û navdewletî jî û dibêje, “Tişta herî girîng me hev qebûl kir û em li cem hev rûniştin. Îro îradek heye, em dê berdewam bin ku em bikarin ji vê qonaxê derbasî qonaxek din bibin û bigihijin rêkevtinekê di berjwendîyên gelên me di hindûrê wê de bên parastin.”

Sekreterê Partîya Çep a Kurdî li ser xalên rêkevtinê jî dibêje, wan li hev kirîye ku bingeha danûstandinên wanj ên pêşerojê peymana Duhokê ye û dîyar dike, “tekez dê nakokî li ser hin xalan hebin, lê eger îrade hebe bo çareserkirinê, bi ya min dê ti zehmetî tune bin.”

Mihemedê Mûsê, tekez jî kir ku ji bo berdewamkirina guftogo û danûstandinan her du alîyan jî ti mercek ne danîne û hevra ne û got, “Hemû di wê bawerîyê de ne ku bigihijin encamekê. Êrişên mezin li ser gelê Kurd hene. Şerê me şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji bo em hebûna xwe biparêzin, divê em tevgera sîyasî bi hevdu re yekdeng bin.”

Li ser rola Amerîkayê di lihevkirina alîyên Kurdî de, Mûsê dibêje, Şanderê Amerîkayê yê bo Rojhilat û Bakurê Sûrîyê William Roeback û General Mazlûm Kobanî hewleke zêde dan ji bo alîyên sîyasî nêzikî hev bibin û roleke wan a girîng hebû di pêkanîna vê rêkeftinê de.

Mihemedê Mûsê dîyar dike, projeya ku Amerîka, Fransa, Brîtanya piştgirîyê didinê û dixwazin Kurd li cem hev bin û yek bin, “ev yek girîngîyeke mezin distine” û dibêje, “Heta ew ên ku dijîtîya miletê Kurd dikin dê li hesabên xwe vegerin û hesab dê cuda bin.”

Derbarê rola Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêkeftina alîyên Rojavayê Kurdistanê de, Mihemedê Mûsê dîyar dike, “Rola wan gelek girîng bû, Serok Mesûd Barzanî jî û Serok Nêçîrvan Barzanî jî û me spasîya wan kirîye. Hêvîya me ji her hêzeke Kurdistanî ku piştgir bin ji me re. Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke taybet re derbas dibe.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin