Mike Pompoe : Dê zêdetir karîgerî bên sepandin li ser Tirkiyê!
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ji ber ku Tirkiyê S400an ji Rûsyayê dikire dibe ku zêdetir karîgerî lê bêne sepandin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ji ber ku Tirkiyê S400an ji Rûsyayê dikire dibe ku zêdetir karîgerî lê bêne sepandin.
Mike Pompeo ji kanala amerîkî Bloombergê re derbarê sewqiyata S400an ji Rûsyayê bo Tirkiyê û karîgerîyan muhtemel ku dê bên sepandin daxuyaniyek da.
Wezîrê amerîkî derbarê mijarê de nirxandinek kir. Pompeo got, çênabe Tirkiyê S400an aktîf bike.
Pompeo herweha got, serê pêşî Tirkiyê ji bernameya hilberîna balafirên şerî yên F-35an hatiye derxistin û diyar kir ku dibe zêdetir karîgerî bên sepandin, “Ya rastî em naxwazin S400 bêne aktîfkirin, armanca me ev e.”
Pompeyî da zanîn ku ev demeke dirêj e ji Enqerê re dibêjin ku pergalên S400î û F-35an li hev nakin, “Beşek ji vê pergalê (S400) wergirtin. Em dixwazin kut irk vê biryara xwe dîsandi ber çavan re derbas bikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin