Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin

Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin

.

A+A-

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Nefta Kurdistanê dibêje: “Em pêşwaziyê li pêngava hikûmeta Iraqê bo despêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin.” Herwiha tekez kir, derxistina petrolê û veberhênana petrola Herêma Kurdistanê bi berawirde navçeyên din ên Iraqê, pêwîstiya wê bi xerciyên zêdetir heye.

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins ji K24ê re ragihand: Hikûmeta Iraqê di van demên dawî de hin gavên gelek baş avêtine ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, lê girîng e Serokwezîrê li ser soza xwe bimîne û karibe vê yekê bike.

Tekez kir jî, ew wek kompanyayên petrolê tekezî li ser wê yekê dikin ku di paşerojê de, bê garantîkirin û pereyên hinardekirin û firotina petrolê bên dayîn. Herwiha got: “Derxistin û veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê li gor deverên din yên Iraqê, buhatir e.”

Herwiha Miles Caggins got: “Ji dema rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Iraqê zêdetirî 22 milyar dolar dahat ji dest daye.”

Diyar kir jî, hikûmeta Amerîkayê zêdetirî 300 milyon dolar veberhênan di sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de kiriye. Her wiha got, rêveberiya Biden li gel wê yekê ye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve bê destpêkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 5ê Mijdarê serokatiya civîneke Encûmena Wezîran a Iraqê kir û yek ji biryarên civînê, pesendkirina pêşniyarekê ji bo sererastkirina madeya (12/b2/c) ya yasaya bûdceya sê salan a hejmar (13 ya sala 2023) bû, ku taybet e bi lêçûna petrolê li Herêma Kurdistanê. Eger ew made bê sererastkirin, lêçûna berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê ji 5 dolarî bo 16 dolarî tê zêdekirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin