Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Min berê jî gotiye, Êzdiyatî haveynê mirovatiya Mezopotamiya yê û bi taybetî jî xizna nasnama gelên kurd e

A+A-

Kemal Tolan

Ez niha dîsa dibêjim,  hemû stûn, peykerên heywanan û rolyefên baweriya mirovahî û zanîna astronomiyê ku, di şûnwarê dîrokî yê li peresgeha Girê Miraza-Xirbereşk(Göbekli Tepe), di nav herêma bakurê Kurdistanê nêzî bajarê Riha-Şanliurfayê hatine dîtin de, îro jî di nav ilim û qewlên baweriya me Êzdiyan de zindî têhne parastin .

Mînak :

1             Afîrandina dinyayê

Li gorî „qewlê mehan“ de dibêje:

 

„Ji qewlî Fexrî zergûna,

here bi herf e û ye bi nasîn e

Roja binyata vê dinya yê danîne,

ew roj bi xwe kanûne.“-qedim-

Di vir de zelaldibe ku, meyandina dinya yê di vê meha kanûn„qedim“-12- de ye û serê sala Êzdîtiyê di destpêka meha kanûn „tex“ -1- de destpêdike.

 

Dîsa di „qewlê zebûnî meksûr“ de dêje:

„Piştî çil hezar sal bi jimare

Heta Laliş ji jor ne di hate xware

Erdê bi xwera negirtiye hêjare

Dema ku Laliş dihate

Pê şîndibû çend û nebate

Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“ *2

2             Roj , roj vêga hêjî weke wê demê berê diha –qibla Êzdiya ye.

„Jandila Beyt’a Şêşims         

1 Wê kim ȓo hil têye,

2 Manga zere pêye,

3 Şêxşims dîwanbegê Xwedêye.

 

1 Wê kim, ȓo hilate,

2 Mizgîna welate,

3 Destê Şêxşims daye p’ira doje Selate.

 

1 Wê kim, hiltê ȓoje,

2 Şêxê nûrî bişkoje,

3 Destê Şêxşims daye p’ira Selat û doje.

               

1 Wê kim, hiltê șemse,

2 Me wê nediye t’u k’ese,

3 Weke bave, weke pise,

4 Sinetxane nav dik’irê Şêxşims xalise.“*3

 

Û berdewam*3

 

Diha serê sibê, êvarê û hwd….*1

 

4             Salnameya Êzdiyatiyê li ber ezmannasîna sitêrkan hatiye sazkirin û ew vêga hêjî di ilmê Êzdiyatiyê de zindî ye

 

„Sitêrkên Pêrû(12 stêrk her 12 mehên salên diyardikin) hersal di 25 gulanê(s.şerqî) de weke komeke stêrka dertê ezman û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara sêşema berî îda Êzî hêja diçe ava …..

 

Stêrka bi şiklê Terazû yê hersal di 25 hezizaranê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên, heta êvara çarşemê berî îda Êzî hêja diçe ava …..

 

Stêrka Qorix(sitêrka berê sibê - karwan kuj,  hersal di 25 tîrmehê de dertê ser ezmana û jê pêve di her şevê de dertên heta pênçşema êvara îda Êzî hêja diçe ava …..

 

Roja îdê êvarê her sê sitêrk, êdî heta destpêka werz- demsala Havîna sala nû dernakevin û cardinê derketina wan li jorê diyare“ *4

 

5             Hinek peykerên pîşeyên heta sala 1852 û niha hêjî di baweriya ola qedîm Êzdiyatiyê de pîrozin

 

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyadtiyê 22.12.2024

 

*Çavkanî:

 

1 Kemal Tolan-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê –I- rûp.:335-347

https://www.facebook.com/stories/281932433482523/?source=story_tray

1a - https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02twH3siArzUfWM5fiPMFFD6aoS6MHdMFNgtBerEGxyEk42uayXg1ji5GZEQ4RFazvl

2             Kemal Tolan, Êzdiyatiyê ji zanan û ilimdaran nasbikin

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid022pYKiGWHfiQ5nvUExgGRqzH61BappQueMeh4AsHRrkjJip1gqPqsRJdgpeME4d8Bl

3             Newşê dînê Êzdiyatiyê -2017, rûp.:506-

4             Rêzdar Pîr Xelat Eliyas  2020

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0A66KNZ3QmTLez1yFoBC5B45ZB5zqmS66CK3QCetK4W84KYZYKKdbELAJaWTS8ZJal

whatsapp-image-2024-12-22-at-20-27-00.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin