Min îro Firat Cewerî kuşt !
Her ku havîna swêdê tê xelk berê xwe berbi welatên rojê û ez jî berê xwe berbi pirtûkxana kurdî ya li stockholm li herêma Alvîkê vedikim.
Xelk, nas û dost ji xwe re digerin, kêf û şahiyê dikin. Westandina yanzde mehan bi mehekê de pêk tînin. Ez jî havîna xwe, bi xwendina pirtûkên kurdî, li ber tava swêd ku hebe derbas dikim.
Loma jî hema bêjin havîna me hat û min berê xwe berbi pirtûkxanê vekir ji xwe re têra xwe ango heta ku havîn xilas bibe hin pirtûkan bînim da ku havîna min vala û belasebeb nere.
Serê we neêşînim berî niha bi çendakî min rêya xwe bi pirtûkxanê xist. Ez û kek Newzat Hirorî berpisê pirtûxanê, tenê bûm. Ew jî fêr bûye ku her çûyineke min ya wir, ji bona girtina çend pirtûkên nû ye. Loma piştî me halê hev pirsî min got:
-Kek Newzat gelo çi pirtûkên nû hene ku ez ji xwe re qerz bikin da ku havîna xwe bi wan derbas bikin. Wî got:
- Bawer bike hema hema bêje tu pirtûkên nû tune ye. Ango kesan, nivîskarên pirtûkên wan hatine çapkirin ya jî weşanxaneyên pirtûkan çap dikin nema ji me re ango ji pirtûkxanê re dişînin.
Helbet ev ne xebereke xweş bû ku min bihîst. Yek pirtûkxane kurdî bi awayekî fermî li swêdê heye, divê her nivîskar û weşanxane çi pirtûkan çap bikin ji pirtûkxanêre jî bişînin. Lê mixabin nivîskar û weşanxanên kurdî ev serê çend salan in ku vê yekê nakin.
Meselê dirêj nekim. Min çend pirtûkên hebûn ji bona vê havînê ji xwe re neqand û di nava wan de ya nivîskarê hêja Firat Cewerî ya bi navê ”ez ê yekî bikujim”jî hebû.
Ev pirtûk jî ne nû bû, lê li pirtûkxanê ya nû ew bû, min meraq kir ku wê brêz Firat kê bikuje? Weke gelek caran min gotiye, dîsa dibêjim ku ez zîndiyekê xwendinê me. Pirtûkên dikevin destê min weke tu li aşê avê genim bihêre û bike ard, dikim.
Min di du şevan de pirtûk qedand. Ev pirtûk bi kurdiyeke xweş, baş û herikbar hatiye hunandin.
Dema mirov wê dixwîne naxwaze ji dest berde û meraq dike bê ka wê nivîskarê hêja çi demê û kê bikuje digere.
Helbet di nava vê gerê de nivîskar mirov li gelek cihan jî digerîne ango tîne bîra mirov. Di rewşa malbatekê li elmanya, reşa malbatên kurd yên li ewropa tîne bîra mirov. Bîranîna hefsê, gerandina serê çiyan, şerê li hember hev û yên bi dagirkeran re ûhwd.
Lê di vê de meraqa min ew bû ku bê ka nivîskar dixwazê kesekî/a çawa bikuje, ji ber bi kuştina kesayetiyeke weha mirovê nivîskarê xwe jî nas bikira ku ew çi dixwazî.
Loma jî bi xwendina şeva dudan û beşa pirtûkê ya dudan, ez bêtir ketim nava ku wê di vê beşê de nivîskar kesekî/ê bikuje.
Hingî min di nava xwendinê de xwe wenda kiribû û dît ku nivîskar ji dêlva kesekî/ê bikuje ew dixwaza Dîana ji wê jiyana gemarî xilas bike. Lê min texmîn dikir ku ew ê piştî xelasiye Diana yê. ya wê ya jî kesekî/ê bikuje. Bêtir li xendinê kûr û hûr bûm,
Dema min xwe gihişt rûpelên talî, hê jî nivîskar kesek nekuşt û pirtûk bi çend rûpelên talî wê dawî lê bihata.
Ez li benda bûm ango bi xwendina wê, dê nivîskar kesekî/ê bikuje xwe wenda kiribû Di rûpela dawî de min dît ku brêz Firat li ber çavêm min ket. Dema min ew dît û hê jî kesek nekuştibû, hinekî hêrs bûm.
Min xwe bi xwe got: ”Ya nebêje, ya te got bike. Madem te got ez ê yekî bikujim çima tu nakuje?
Bi wê hêrsê min bazda mitfaxê rahişt kêrekê berbi birêz Firat reviyam û min bi şîdet kêra xwe lê da û kire qêrînê.
Bi qêrîna xwe min dît ku pirtûk li erdê ket, û yên malê berbi min da bazdan gotin ”çi bû”?
Min fêm kir kesên malê ji ber vê qêrîna min aciz bûne. Ez keniyam û min got:
-Netirsin, tişt nebûye. Bi xwendina vê berhema delal û wê kurdiya şêrîn min xwe wenda kiribû, ez jî weke brêz Firat ketim nava helwesteke ku ew nikare kesekî bikuje min ew kuşt. Lê ya min ne kuştin bû, min ew di dilê xwe de ji ber vê berhema bi wî û zimanê şêrîn bi cih kir.
Pirtûka wî qedand û destxweşiya wê dikim. Wî bi nivîsandina vê berhema xwe ya delal pirtûkxana kurdî dewlemend kir. Ji brêz Firat re serketinê û berdewamiya berhemên nû dixwazim.
Bi hêvîya her pirtûkek nû ya nivîskarên me derket, ya ew ya jî weşanxanê ji pirtûkxana kurdî re bişînin. Ev pirtûkxana bi saya berhemên nû him nûjen dibe him jî wê teman dirêj bibe.Ya girîng jî em ê êdî ji berhemên nivîskarên xwe bê par nemînin.