Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo koça dawî kir

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo koça dawî kir

Bilûrvanê navdar ê kurd Egîdê Cimo ku di nav kurdan de wekî "Mîrê Bilûrê" dihat nasîn koça dawî kir.

A+A-

 

Mîrê Bilûra Kurdî Egidê Cimo, di sala 1932an de, li Gundê Erdeşêr ê Ermenistanê ji dayik dibe.

Malbata wî di sala 1918an de, ji Bajarê Wanê Navçeya Bêgirê, koçî Ermenistanê dibe.

Di heşt saliya xwe de dest bi jenîna bilûrê dike Egîdê Cimo. Paşê fêrî jenîna zurna,ney, duzel û tembûrê dibe.

Egidê Cimo di sala 1955an de, dema Radyoya Erivanê vedibe, di avakirina wê de  cih digire.

Wek muzîkjen di xebata Radyoya Erivanê de cih digire. Kolan bi kolan mal bi mal digere, hunermendên muzika kurdî peyda dike. Hemûyan di Radyoya Erivanê de kom dike.

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di xebatên muzîka Aram Tigran, Kerabêtê Xaço, Efroyê Esed, Eslîka Qadir, Susika Simo, Xana Zazê û bi dehan muzisyenên din de, cîh digre.

Mîrê Bilûrê di salên 1960î de, keçeke bi navê Rindê nas dike û direvîne, dibe gundekî din. Dibin xwediyê 5 zarokan. Dibêje: min gelek jê hes dikir. Piştî ku ew dimire nazewice.

Egidê Cimo di sala 1967an de, Peymangeha Muzikê ya Melikyan Romanos de xwend û bû xwediyê diplomê.

Bi navê "Awazên Bêhna Axê" albuma wî ya enstrumantal li Bakur ji aliyê Kom Muzîkê ve hatibû tomarkirin. Her wiha ligel vê, wî di gelek albumên din de jî bi bilûra xwe cih girtibû. Cimo di serî de li Amed û Stenbolê ligel bajaran bi bilûra xwe konser dabû û kurd pê gelek şad bûbû.

Wî di fîlmê Hinar Selîm "Vodka Lemon" de, di dkumantera Bulent Gunduz "Evdalê Zeynikê" de lîstibû. 

Her wiha di bin banê Konservatuara Aramê Tîgran de derhêner Îbrahîm Yildirim bi navê "Welatê Min Kurdistan e" belgefîlmekî li ser jiyana Egîdê Cimo kişandibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin