
Mîrê Kurdên Êzidî: Herêma Kurdistanê derfet ji hemû pêkhate û Êzidiyan re afirandine
.
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku Herêma Kurdistanê derfet ji bo hemû pêkhate û Êzidiyan afirandine.
Merasîma Roja Nizaya Niştimanî bi dirûşma "Ey Xweda, Kurdistanê biparêze" li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nêzîkî 600 berpirsên bilind û serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatan û nûnerên hikûmetan beşdar bûne.
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg li Merasîma Roja Nizaya Niştimanî axivî û mersaîm wekî rojeke dîrokî li Herêma Kurdistanê bi nav kir.
“Divê bihevrejiyan bihêztir bibe”
Mîr Hazim Tehsîn Beg, kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna merasîmê nîşan da û got:
“Di vê roja dîrokî de li paytexta Herêma Kurdistanê, em hemû ji bo Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve hatine ba hev.
Ev niyaza hevbeş ji bo kûrkirina ruhê bihevrejiyanê û bihêzkirina bingehên biratiya mirovahiyê ye.
Pêwîst e bihevrejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên olî, neteweyî û mezhebî yên Kurdistanê de bihêztir bibe.”
Mîr Hazim Tehsîn Beg amaje bi wê yekê kir ku ezmûna bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê, berhema xebata xelkê wê ye ku salên dûr û dirêj li hemberî zilm û bêparkirina rejîma berê li ber xwe daye.
“Ezmûna demokratîk a Herêma Kurdistanê derfet afirandine”
Wî zelal kir ku ezmûna demokratîk a Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan û Kurdên Êzidî derfet afirandine ku di dezgehên hikûmet û parlamentoyê de beşdar bibin, mafên xwe yên destûrî bi dest bixin û navendên çandî û civakî yên taybet ji xwe re vekin.
Mîrê Kurdên Êzidî got, "Vê yekê wisa kiriye ku Êzidî çêtir ji berê karibin jiyana xwe bi rê ve bibin.
Êzidî bi azadî û di bin siya şarezatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî dikarin merasîmênxwe yên olî bikin.”
Hazim Tehsîn Beg di dawiya axaftina xwe de, pesna rola Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê da ku li navxweyî û derve di pêkanîna prensîpên mirovayetiyê û bizhêzkirina bihevrejiyanê de rol lîstine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin