Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Mirov hew carekê dijî

A+A-

...

"Ez li warê xwe yê berê geriyam. Ew mirovên ku li ser rê ez pêrgî wan dihatim, ne wan ez dinasîm ne jî min ew dinasîn. Min çend kesên ji xortaniya xwe dîtin; lê bi dijwarî min di ruyê wan yê guhertî û pîr de ew nasîn: Ev ne ew mirov bûn ku min nasîbûn. Herwisa ji wan re jî dijwar bû ku min ji dirûv binasin: Wan zanîbû ez kî bûm lê ji zanîna xwe bi şik bûn. Em xerîb bûn, raserî hev hatibûn. Û ji bo merivên min yên ku piştî koça min li herêmê mezin bûbûn, ez mîna yekî xeybane bûm ku ji nişkê ve ji dema berê vejiyabû: Ji bo wan ez cinek, xeybaneyek û yekî mirî bûm ku cardin vejiyabû û niha dixwest bikeve mala ku berê tê de jiyabû.

Ez vegeriyabûm… û bêveger derî li min girtî bû. Min xwe li welatê xwe mîna yekî turîst his dikir. Delîlê dawiyê bi dest ket: Ez êdî ne yekî ji vir bûm. Ji lewre ew şênwarî êdî tune bû.

Û gava ez di nav insanên xerîb û li vê herêma xerîb digeriyam, lehengek hat bîra min ku dapîra min ji min re digot… vê lehengê gelek tesîr li min dikir ji lewre min gelek caran jê xwestibû ku ji min re cardin bêje:

Carek ji caran li dunyayê du dost hebûne û sozeke pîroz dane hev: Li ku dibûn bila bibûna gava roja wê bihata, ew dê biçûna daweta hev. Yek ji wan dimire û piştî demekê dibe daweta yê din. Gelek li ber dikeve ku dostê wî yê delal nikaribû beşdarî dawetê bibe. Lê derengê şevê yê mirî tê cihê dawetê. Li paş deriyê mezin disekine û ji bilî mistek axa reş û tasek av tiştekî din naxwaze. Lê gava reqsa bûkê lê didin, yê mirî bi bûkê re sê caran direqise. Piştre gava dê biçe ji dostê xwe yê zava re dibêje: Û niha dora te ye, tu yê jî li ser soza xwe bimînî; îşev daweta min e jî; tu yê bi min re werî cihê daweta min! Zava dixwest li ba bûka ciwan bimîne; lê nikaribû ji soza xwe vegere. Bi yê mirî re diçe.

Her du dost tên cihê dawetê; li vir gelek insan li eywaneke ronî hebune. Diçin ba govendgiran, yê mirî ji hevalê xwe re dibêje: Min sê caran bi destgirtiya te re dans kir, niha tu yê jî sê caran bi ya min re dans bikî.

Û yê sax sê caran bi destgirtiya yê mirî re dans dike. Û paşê vedigere cihê daweta xwe.

Mideteke pir kurt ji wir bi dûr ketibû. Lê gava vedigere cihê berê, her tiştî guhertî dibîne, digel ku demeke pir kurt bi ser de çûbû. Rasteyê dawetê tune bû ku destgirtiya xwe li wir hiştibû; li wir niha avahiyek hebû û insanine xerîb lê diman. Li derûdorê digere, pêrgî gelek kesan tê, diçe ba malbatên din, lê ne ew kesî dinase ne jî kesek wî dinase. Diçe ba keşeyê deverê ku hinek berê mehra wî bi keçika ciwan re birîbû. Lê dibîne ku keşe jî yekî xerîb e. Lê ji keşe re behsa xwe dike, xwe dide nasîn, navê malbata xwe, cihê dawetê dibêje; dibêje îşev daweta min bû lê ez bi dostê xwe yê mirî re çûm mekanê miriyan û vegeriyam; lê niha ne dawet, ne destgirtiya min, ne jî xaniyê min, ne li cihê xwe ne.

Keşe defterên dêrê yên kevin vedike û lê dinêre û dibîne ku gotinên wî rast in. Navê wî li defterê bû lê mîna yekî mirî. Ji mêj ve mirî hatibû nivisîn. Defteran nîşan dida ku sêsed sal berê ew li deverê jiyabû û sêsed sal berê daweta xwe çêkiribû.

Gava bi destgirtiya hevalê xwe re dans kiribû, bi ser her dansekê re sed sal bihurîbû. Piştî ku mesele fam kir li pêş wî hew tiştek mabû: vegera ba miriyan.

Niha min jî xwe wekî lehengê vê efsaneyê his dikir; min ne destgirtiya xwe ne jî xaniyê xwe didît. Ez li devereke xerîb, mirovekî xerîb bûm; li derûdor nişteciyên xerîb dijiyan. Ez ji lehengê efsaneyê kurttir li koçeriyê mabûm… bi tenê çil sal bihurîbûn. Lê sê sed sal jî bi ser de bibihuriya ferq nedikir, min ê xwe hîn zêdetir xerîb his nekiriba. Ez ji dema berê vejiyabûm; û niha li derûdor li devera xwe ya berê mîna xeybaneyekî digeriyam."
...
Vilhelm Moberg

Werger: Serdar Roşan

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin