Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -2

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -2

Mumehhîd El Dewle, ji bo ewlekirina desthilatdarîya xwe û ji bo avakirina sûrên peytexta xwe Farqînê, ev aştî baş bi kar anî û navê xwe jî li ser sûran da nivîsandin, ê ku îro jî ew nav li ser sûran xweş diberiqe.

A+A-

 

Trajedîya Mîr Ebû Alî El Hesen ê Merwan

 

Elîas ê Nisêbînî, bi kurtî qala jîyana Ebû Alî El Hesen dike.

 

Piştî mirina mamê wî Bad, kurê mezin ê Merwan hate Heskîfê, bi jinebîya serokê şêrvan ê kal (Bad) re zewicî. Bi Hemdanîyên dawîn re şer kir, wan ji hev belav kir û ji nû ve hemû kelehan zevt kirin. 

 

Elîas bala xwe daye li dawîhatina biêş a vî mîrzayî, ê ku li Amedê di sala 997-an de ji hêla niştecihên serhildêr ve tê kuştin. Birayê wî Ebû Mensûr Seîd, bi nasnavê Mumehhîd El Dewle, dikeve şûna wî.

 

 (Ji bo wergirtinan, min xwest ku forma nivîsandina navan, yên ku ji hêla wergêrên tekstên Asûrî ve hatine pejirandin, bi kar bînim):

 

 “Pişt re, Mîr Ebû Alî ê kurê Merwan çû Amedê û niştecih ber bi wî ve hatin. Dema ji dergeha bajêr derbas bû û kete nav bajêr, zilamekî bi navê Ebd El Barr ew kuşt, serî hilda û bajêr jî zevt kir. Ebû Mensûr Seîd ê kurê Merwan, wê çaxê walîyê Cizîrê bû. Dema bi kuştina birayê xwe hesîya, bi şûn de ber bi Farqînê ve bazîya û destpêkirina serdema xwe di heftê Dulqada de, roja pêncşemê (11-ê Mijdara 997-an P.Z.) ragihand. Ji wê gavê vir ve, pênaseya “Mumehhîd El Dewle” wergirt.”.

 (“Bûyêrnameya Elîas Bar Şênaya, Metropolîtê Nisêbînê”, ji hêla L. J. Delaporte ve hatîye wergerandin û weşandin, Parîs – 1910 – r. 138)

 

Mumehhîd El Dewle Seîd û Boxtîşo ê Bijiîşk

 

Mumehhîd  ê dîplomatê şareza, dikaribû armancancên Bîzansê, ya ku  li bakûrê Anatolê desthilatdar bû, ji bo berjewendîyên xwe bi kar banîya. Têkilîyên vî mîrzayî li gel împaratorê Bîzansê Basîl ê II (976-1025) pir dostane bû. Dema Basîl bi kuştina Davîd ê şahê Gorzan (Gurcistana Jorîn) ê ku berê de bi peymanekê, welatê xwe radestî Bîzansê kiribû hesîya, sefera xwe ya ber bi Sûrî ve, a ku ji bo xwepiştrastkirina ji îteata emîrên ereb dabû destpêkirin, rawestand. Welatê David zevt kir, sond li bindestên xwe da xwarin, ên ku wekî Mumehhîd Dewle hatibûne ba wî û “li ser xalîçeya wî rûniştibûn”, -sala 999-an-:

 

 “Pişt re Davîd ê şahê Gorzanaens mir. Şahê Roman Basîl ber bi erdê Gorzan ve bi rê ket. Mumehhîd El Dewle hate ba wî û li ser xalîçeya wî rûnişt. Şah ew bi kêfxweşî pêşwazî kir û pênaseya Mîr dayê. Êdî li ser sinoran aştî ava bibû” (heman berhem r.138).

 

Mumehhîd El Dewle, ji bo ewlekirina desthilatdarîya xwe û ji bo avakirina sûrên peytexta xwe Farqînê, ev aştî baş bi kar anî û navê xwe jî li ser sûran da nivîsandin, ê ku îro jî ew nav li ser sûran  xweş diberiqe.

 

Di sala 1000-an de, ewî ji Mîrê Bûweyhan Baha El Dewle xwest ku bijişkê mesîhî Gabrîel ê Abdallah ê Boxtîşo, ê ku li nexweşxaneya Bexdayê peywirdar bû,  bişîne ba wî.  Ev kes, nimînendeyê dawîn ê malbata binavûdeng a Boxtîşo bû,  ev malbat ji serdema El Mensûr (754-775) ve di xizmeta xelîfeyên Ebasî de dima. Gabrîel, tevî ku 80 salî bû,  li gel kurê xwe çû bajarê biçûk lê xurt Farqînê, da ku peywira xwe bîne cî.  Piştî du-sê sal, li wira di nav rûmet û zengînîyê de mir.

 

Mumehhîd El Dewle, wekî birayê xwe Ebû Alî Hesen bû xwedî dawîhatineke biêş. Elîas ê Nisêbînî, demeke dirêj bi awayekî xemgîn û tengezar li ber mîrzayê xwe ket. Elîas, ew kesê ku “Mîrê Pîroz” ê ku di dilê wî de pir ezîz bû bi xayintî  kuştibû, wekî “Bêdîn” bi nav kir, ev pênase (Bêdîn) li ba Asûran gotineke pir xirab bû. Birayê ciwan ê Mumehhîd, Nasir El Dewle Ehmed, bi lez bi kûjerê birayê xwe re dest bi şer kir. Û Xwedê, di sala 1010-an de bi edaleta xwe serketin kir para wî:

 

 “Pişt re, Şero yê Bêdîn, Mumehhîd El Dewle yê Mîrê Pîroz  di şeva pêncşemê ya pêncê Gumada (14-ê Berfanbar a 1010 P.Z.), bi xayintî kuşt. Lê Xwedê serketin kir para Ebû Nasir ê birayê Mumehhîd El Dewle ûew serketin  xist nava destên wî.  Ebû Nasir ew (Şêro) kuşt û bi navê Nasir El Dewle, bû Mîr” (heman berhem r. 141).

 

Nasir El Dewle, Mîrê Serkeftî

 

Kurê sisîyan ê Merwan, piştî serdema bêaram a her du birayên xwe, li ser textê rûnişt.  Ewî, wekî sîyasetmedarekî jîr, bi awayekî serkeftî bandora xwe li ser Mîrê Bûweyhan Sultan El Dewle, Xelîfeyê Fatimî yê Misirê El Hakim û Împaratorê Bîzansê Basîl ê II, xweş nîşan da. Hemûyan peyamên pîrozbahîyê jê re şandin. Ewan, Farqînê wek dewleteka tampon, ya ku di nav bera hêzên gewre de dimîne, pesend kir.

Elîas ê Nisêbînî dibêje; “Mîrê Serkeftî” Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan, Amedê, ya ku ji bo herêma wî pir girîng bû û ji hêla Ibn Dîmne yê bindestê wî ve dihat birêvebirin, di sala 1011-an de careka din zevt kir:

 

 “Pişt re, Nasir El Dewle yê Mîrê Serkeftî, ji bo dorpêçkirina Amedê bi rê ket û Ibn Dîmne xiste nav tengasîyê. Dema Ibn Dîmne dît ku rêya xelasbûnê nîn e, serî li ber Nasir El Dewle tewand. Hin karmendên fermî yên bajêr û hin peywirdarên ku bac didan hev, bajêr bi rê ve bir û ewan hêza xwe zêde kir – Pişt re Ibn Dîmne hate kuştin.  Hin niştecihên Amedê ew kuşt. Nasir El Dewle careka din bû xwedîyê Amedê" (heman berhem r. 141). 

 

Anegorî çavkanîyên dî,  Nasir El Dewle Ehmed  di sala 1024-an de careka dî Amedê zevt kirîye.

Ewî bi Împaratorîya Konstantînapolîs re peymana şernekirinê û aştîyê  girê da lê carekê an du cara li dijî vê peymanê tevgerîya.  Nav û dengê vî mîrzayî kurd ê misilman, dema ku li rojavayê, niştecihên Rihayê (Edessa) ji bo ku bikaribin xwe ji serokê xwe yê ereb xelas bikin, banga hatina wî (Nasir El Dewle) li bajarê xwe kir, bilindtir bû. Nasir El Dewle ê Merwan, derûdora  1026-27-an de Rihayê zevt kir û ew bajêr li ser erd û milkên xwe zêde kir. Nivîskarê binavûdeng ê Asûr ê Rojavayî Ebû’l Fereç Bar Hebraûs (1226-1286), ev şer wisa rave dike:

 

Di heman salê de,  mezinê Dîyar Bekrê Nasir El Dewle ê Merwan, bajarê Rihayê, a ku di destê zilamekî nezan û xerab ê bi navê Atîra de bû,  zevt kir. Xelqê Rihayê, ji bo bajêr radestî wî bikin,  nameyek ji Nasir El Dewle re şand. Nasir El Dewle, fermandarekî xwe yê bi navê Zengî ku li Amedê dima, ber bi Rihayê ve bi rê kir. Zengî bajêr zevt kir û Atîra kuşt.”

(Bar Hebraûs, “Bûyernameya Gerdûnî-Giştî”, Mûxtasar El Dûal, Beyrût, r.180)

 

Axir, Nasir El Dewle Riha bi dest xist, lê bajêr di sala 1031-an de ji hêla Împaratorê Bîzansê ve bi şahî careka dî hate standin. Gelo, ev yek di dîroka Xrîstîyanîyê de ne xwedî cîyekî taybet bû?

Serdema dûvûdirêj a Nasir El Dewle, wateya asta herî bilind a hêza Merwanîyan dide. Ewî, li ser girekî Farqînê, ê ku Dêra Meryemê jî li ser bû,  keleheka nû ava kir, her wiha pireyan û himamên giştî bo xelqê xwe ava kir. Rasatxaneyê tamîr kir. Di mizgehtên Amedê û Farqînê de pirtûkxaneyên mezin ava  kirin.

Desthilatdarîya wî ya gewre, dadmend û xweşbîn;  zana, zanyar û dîrokzanên mîna Ibnûl Esîr, helbestvanên mîna Abdullah El Kazarûnî û El Tîhamî li hawirdora bajarê zadegan ê ku ji hêla tava rojhilat ve dihat ronîkirin, civandin. Ewî, penaberên sîyasî yên wekî Muqtadî (1075-1099) ê Xelîfeyê Ebasî yê siberojê, li ba xwe  parastin. Ewî, çavê xwe li carîyeyên herî xweşik û aşpêjên herî hosta digerand, lê dîsa jî, ji ber ku pir oldar bû, peywirên xwe yên dînî bi hişmendî pêk  tanî. Civata wî ya ronak bi lûks û zerafeta  xwe, bandoreke ecêb li ser mêvanên xwe dihişt û ew civata wî wisa dikir ku, mêvanên wî bi vexwarina qedeheka şerabekî kevnar , serxweş û kêfxweş dibûn. 

Wê bidome…

Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan

Dîrokurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin