Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -3

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -3

Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, pişt re dîtineka xwe ya derasayî ya di rêwîtîyekê de rûbirû mabû, ji Metropolît re qise kir. Ev dîtin, wisa wî dabû bawerkirin ku, Xristîyan ne ew çend bêbawerî bûn, weke ku ew dizanibû.

A+A-

 

Wezîr Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî û Elîas ê Metropolît

 

Nasir El Dewle ê Merwan, ji zêdetirî pêncî salî hikimdarî kir û di nav gelê xwe de aştî saz kir. Ewî, wezîrên herî payebilind hilbijartin, ên ku aramî û zengînîyeke gewre li Dîyar Bekrê ava kir. Werin em behsa Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, ê ku berê de wezîrê yekem ê Mîrzayê Uqeylên Musilê Karwaş ê El Muqallad bû û pişt re jî wezîrtîya Xelîfeyê Bexdayê El Qadir kiribû, bikin.

 

El Maxrîbî,  ji 1025-an heta 1027-an di xizmeta Nasir El Dewle de ma û di vê demê de peywira xwe pêk anî. Zilamekî şareza û xwedîyê pirtûkxaneyeka zengîn bû. Ewî, hin xebatên sîyasî  nivîsîbûn; di nav wan xebatên wî de pirtûka wî ya “Kitab fil Sîyasa” jî hebû ku ev pirtûk der barê birêverina herî baş a dewletekê de, li ser navê hikimdarekî hatîbû nivîsandin û bê guman ew hikimdar Nasir El Dewle bû.

 

Li Mîrnişînîya Kurd a Farqînê , El Maxrîbî der barê mijarên xwe de, bi zanyarên Asûr re têkilîyên dostane danîbû. El Maxrîbî, bi Metropolîtê Nisêbînê Elîas ê ku li ser hîmê zanayî û zanistî rûniştî bû, zilamekî oldar û di heddê xwe de xwedî biryarên baş bû û terbîya dîplomasîyê baş dizanibû re, der barê pirsên dînî de gotûbêjan pêk tanî û bi vê yekê pir kêfxweş dibû.

 

Di xebata ceribandinên xwe yên  olî ya “Pirtûka Gotûbêjan” de, Elîas, hevdîtîna wan a yekemîn û hin gotûbêjên nav bera wî û wezîrê gewre de, yên ku di sala 1026-27-an de derbas dibe, bi awayekî serketî rave dike:

 

 “Wezîr –Xwedê ew biparêze-, par bist û şeş a Cemazîyûlaxir a 410-an, roja Înê  hate Nisêbînê (bi salnameya erebî 410 – bi salnameya Mesîhi 1026) . Roja Şemîyê ez çûme balê (berê de min ew qet nedîbû): Ewî gazî min kir, rêz li min girt û li ba xwe rûniştand.   Piştî ku min ji bo wî ji Xwedê re dia kir û bo hatina wî ew pîroz kir, min kir ku ez rabim û herim lê ewî ez sekinandim û got: “Ev yek baş bizanibe, zû de bû ku min pir dixwest bi te re hevdîtîn pêk bînim û te bibînim, û ez vêga jî dixwazim ku tu werî mala min û bikevî xizmeta min û heta dema ez bixwazim tu ji ba min herî, wê demê tu bikaribî ji mala min herî”.

 

Min jî got,  ji bilî bicîanîna fermana wî, tu daxwaza min nîn e û careka din ez li ba wî rûniştim”

(Elîas ê Nisêbînî, “Pirtûka Gotûbêjan”, wergera wê Benedicte Landron, “Helwestên Nastûrîyan li hember Îslamê” , Cariscript, Parîs, 1994, r.290).

 

Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, pişt re dîtineka xwe ya derasayî ya di rêwîtîyekê de rûbirû mabû, ji Metropolît re qise kir. Ev dîtin, wisa wî dabû bawerkirin ku, Xristîyan ne ew çend  bêbawerî bûn, weke ku ew dizanibû.

 

 “Pêşî, tiştê min li wir dîtin, di der barê bêbawerîbûna xrîstîyanan de ez xistim nav gumanê. Dema ku ez nû hatibûme Dîyar Bekrê, ji bo pêkanîna hin peywirên xwe, ez ber bi Bedlîsê ve bi rê ketim.. Bi gihîştina vî bajêrî, ez pir nexweş ketim, nexweşîya min ew çend dijwar bû ku ez ji hêzê ketim, tama ti tiştî nema û hêvîya min a jîyanê qut bû. Min biryar girt ku vegerim Farqînê, ji lew re ti kes nikare ji biryara Xwedê - Pesin tenê bo wî ye – xwe bifilitîne, çi li vî bajarî, çi li devereka dî, tiştê ewî dixwest dê her biqewimîya.  Min nekarî xwarin an jî vexwarin hilbigirta û ji ber westana siwarbûna hespî, min pir êş kişandin. “Her roj min rêyeka kurt diajot lê her diçû bêhêzbûna min zêde dikir, ez ji qewetê diketim, nexweşîya min xerabtir û xerabtir, dijwartir û dijwartir dibû; Ez gihîştime dêreka li ser rêya xwe ku wek Mar Marî dihat binavkirin û êdî ez ketibûm rewşa xwe ya herî lewaz û nexweşîya min jî gihîştibû asta herî bilind.”.

 

Keşeyekî ku xizmeta dêrê de bû, ji Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî re ava hinarên dêrê anî û dayê, ji ber ku ew av pîroz bû û dê kêrê Wezîr bihata. Ev ava ku bi hêzên sihiran ve dagirtî bû, wisa kir ku Wezir ji mirinê filitî û dilê Wezîrê nexweş êdî diçû nan:

 

“Keşe, ji bo ciwanan şorbenîsk çêkiribû; Min jî xwest û bi wan re têra xwe xwar. Serê sibê ez zû ji xew rabûm, li serbana dêrê bi kêfxweşî meşîyam û cî de baş bûm. Ez li ber vê qewamê  şaş û metal mabûm – û her kesê ku bi min re bû jî her wiha - Û hîn jî, dema ku ew bûyêr tê bîra min,  ez careka din şaş dimînin û difikirim ku ev nîşaneyeka derasayî ye; Ez li her deverê, ji her kesî re ev mesele dibêjim.

 

Ev yek wisa kir ku êdî ez bawer nakim Xristîyan bêbawerî ne û kafir in.”. 

(Werger: Benedicte Landron r.291)

 

Çend salên dî, Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî dîsa pir nexweş ket û li ba Elîas ê Nisêbînî, gilîya birayê wî yê bijişkê binavûdeng Ebû Saîd bîn Mensûr kir, ji ber ku Ebû Seîd dermandayîna Wezîr sekinandibû.  Lê Ebû Seîd ê bijişk, ne ku gunehkar bû, tenê ewî di xewna xwe de dîtibû ku Wezir hatibû dawîya jîyana xwe û li ber mirinê bû.   

 

Û bi rastî jî wisa bû, Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî ê ku hîn li ser kar bû, di sala 1027-an de li Farqînê koça dawî kir.

Wê bidome…

Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan

Dîrokurd

 

Bitikînin: Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -2

Bitikînin: Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -1

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin