Mistefa Hicrî: Dualîbûna referanduma Komara Îslamî

Mistefa Hicrî: Dualîbûna referanduma Komara Îslamî

.

A+A-

N: Mistefa Hicrî

Herî dawî Xamineyî di civînekê de ligel xwendekarên Besîc, di bersiva daxwazên hinek kesayetiyên siyasî yên rexnegirên rejîmê de ku daxwaza referandumê li ser mijarên herî girîng û hestiyar ên welat kiribûn, got: Çima ger hemû ev kesên ku dibe di referandumê de beşdar bibin şiyana şirovekirina vê pirsê hene? Gelo ev mesele çi ye?

Derbarê gotinên Xamineyî de, medyayên dewletê û hinek ji alîgirên wî pêka rêçka wî hewl dan bi şiroveyên zêdetir û rohnkirinên bi mebesta piştrastkirin an gotinan, xelkê asayî, li kûrahiya hikmet û heqîqeta van gotinan bidin fêmkirin! Ji bo mînak lêdvana Xulamelî Hedad di civîna “Şêwreya Hevalbendên Hêzên Şoreşa Îslamî de” ku her wî bixwe serkirdayetî dikir; Ev lêdvana zêdetir dişbiya bi lêdvanên alîgirên din yên Xamineyî ku bala van rabikêşe. Hedad Adil tevî vê ku ragihand referendum dibe sebeba “Fitnê” û îtraf bi vê yekê kir ku ev dibe sebeba aloztirbûna rewşê bo Komara Îslamî.  

Bo rohnkirineke zêdetir a vê mijarê hewceye bibêjin di referandumê de, xelk deng bi siyaset û reftar û bigiştî deng bi mana vê rejîmê nadin û ev yeka jî li qamûsa Komara Îslamî de jêra tê gotin “fitine” û bi rastî “ dibe sebeba aloztirbûna rewşê bo Komara Îslamî”.

Eger wan (Welî Feqîh û koma desthilatdar) piştrast bûna ku dê gel dengê xwe bidin bi rejîmê û rejîm rewatiya xwe bi dest bixe, li gorî gotina Xumeynî “pîvan dengê gel e”, renge niha li derheq bi encama referandumê ewqas serhişk nedibûn û nek her bi fitine bas ji wan dikir, belkî berevajî wan destpê dikir û dubare dikirin û bi pejrandina şiyana şiroveyên xelkê yên li derheq bi van pirsan dikevin piroseya referandumê. Heta wira dikarin bibêjin: Rejîm pêşvext li raman û dengê xelkê li derheq bi vê referandumê agehdare û dizane ku Komara Îslamî bê guman dorana sereke ya referandumê ye, ku xelk bi şêweya azadane û bi bê tirs li hêzên serkutker û encamên vê başdarî dikin. Lewma, rejîmê berevajî propagende û hera û hurayên medyayên hikûmetî û taqma alîgir, rejîmeke kes nexwaz û nefretlêkirî û piştire jî ji nav diçe. 

Aliyeke din a vê mijarê eva ye ku, bi salan e xelk ji Komara Îslamî bêzar û bê hêvî bûye, çimkî di heyama wan salan de, hebûna hêviya çaksaziyê û vekirîbûna nav rejîmê di çarçoveya azadiyê de bûye mijareke bê binyat, bi hegera vê ku rejîm di bersivdan û baştirkirina rewşa jiyana xelkê û sedan daxwaziyên liser hev kombûyî yên rewayên din xemsar bûye û roj bi roj zêdetir givaş xistiye ser xelkê. Armanca tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ku nêzî 8 mehan berî niha û piştî kuştina “Jîna”yê ji aliyê hêzên “Geşta Îrşad” ve dest pê kiriye, li hundirê xwe de dirûşmên pêkhatişikên û herifîner li hemû cihên welat de bilind kirine û heta niha jî berdewam in, li pey derbasbûna tevaw ji Komara Îslamî bûye, tevgerek ku taybetmendiyên vê zêdetir wek referanduma “Ne bo Komara Îslamî” ye.

Lewma, di vê derheqê de baskirin ji referandum û xwe mijûlkirin bi vê mijarê bi tenê ji rêderxistina hizra giştî ji herifandinê bo encamdana refrandumê û bersiveke bê naverok bo daxwaziyên neteweyan li cografiyaya Îranê û hizra giştî ya cîhanê ye. Rohn e ku rejîm him dixwaze ji wan herduyan bo qazanca xwe mifahê jê verbigre, bi taybet ku îro bo hemû kesê rohn bûye ku ew referanduma ku bas jê tê kirin bi hebûna vê rejîmê li desthilatê de, bilî “kutana hesinê sar” ti tişteke din nine û ti encamek jî tunabe.

Di vê qonaxa serhildana xelkê Îranê li dijî rejîmê û dîtingeha erênî ya civaka navneteweyî di piştevanîkirina daxwaziyên wan, dest û pêwendiyên medyayên hikûmetî bi berdewamî hewla vê yekê didin ku bala xelkê ji zemîneya rastiyan û daxwaziyên bingehîn ên xelkê ku di rastiyê de herifandina rejîmê ye, bi vê pirsa dûr, ji rê derxînin û wisa bidin xuya ku rexne rû li hejmareke berpirsan e, nek tevahiya rejîmê û renge radest jî bikin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin