Mistefa Kazimî: Rê nadim tik kes êrîşî xwepêşanderan bike
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna ligel kabîneya hikûmetê da aşkere kir, ew ê bi ti awayî rê nede ti kesî êrîşî xwepêşanderan bike.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Êvara roja sêşemê 12.05.2020an Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna ligel kabîneyê de derbarê êrîşên li ser xwepêşanderan axivî û da zanîn ew ê bi ti awayî rê neden ti kes êrîşî xwepêşanderan bike û ew sozê dide ku wê mafê xwepêşanderan biparêzin.
Di berdewamîyê jî de Mistefa Kazimî aşkere kirîye ew ê rêliber gendelîyê bigirin û kar li ser wê yekê dikin qeyrana aborî li Iraqê nemine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin