Moskow û Şamê, daxwaza herema ewle ya Tirkiyê red kiriye!
Li gor malpera bi navê 'Snack Syria' serokê îstixbarata Sûriyê Elî Memluk tevî ku têkiliyên dîplomatîk yên herdu welatan hatine dawîkirin jî di meha Çileyê de serdana Tirkiyê kiriye û li Antalyayê bi hemkarên xwe re hevdîtin kirine.
A+A-
Hat gotin ku hevdîtinên bi rayedarên tirk re li ser derxistina hêzên Kurd ji sînorên Tirkiye-Sûriyê bûye.
Li gor nûçeyê rayedarên Tirk, xwestine herêma ewle tenê di bin kontrola wan de be, lê ew daxwaza wan jî ji aliyê Rûsya û hikûmeta Sûriyê ve bi timî hatiye redkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku hevdîtina rayedarên rejîma Sûriyê û rayedarên Tirk li Moskowê hatiye dubarekirin û hat gotin, “Rayedarên Tirk û Sûriyeyî li Moskowê nava vê heftê car din civiyan û li ser derxistina hêzên Kurd ji sînorê herdu welatan û ji nû ve hildana ala Sûriyê li Rojava li hev kirin.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin