Moskow û Washington li ser hemahengiyê li hev kir
Washington û Moskow li ser berfirehkirina hemahengiya di navbera xwe de ji bo rûbirûbûna terorê li Sûriyê rêkeftin.
A+A-
Piştî civîna digel Serokê Rûsya Vladîmir Putin, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton di kongreyek rojnamevanî de ragihand, li ser berfirehkirina hemahengiyê digel Moskow ji bo rûbirûbûna terorê li Sûriyê rêkeftine.
John Bolton tekez jî kir, 11ê meha bê Serokê Amerîka û Rûsyayê piştî beşdarbûna merasîmên salvegera bidawîhatina yekemîn şerê cîhanî de, li paytexta Fransayê Parîsê dê bicivin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin