MSD: Hevdîtinên me û hikûmeta Sûriyê hatine rawestandin

MSD: Hevdîtinên me û hikûmeta Sûriyê hatine rawestandin

Berdevkê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emced Osman ragihand, hevdîtin û danûstandinên di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de hatine rawestandin.

A+A-

Emced Osman sedema rawestandina hevdîtinên navbera MSDê û hikûmeta Sûriyê, ji bo helwêsta rêveberiya Şamê vegerand û got, ku hikûmeta Sûriyê di danûstandinan de ciddî nebû.

 

Herwiha Emced Osman, berpirsatiya rawestandina hevdîtinan xiste stuyê hikûmeta Sûriyê û diyar kir,  ji ber ku hikûmeta Sûriyê sînorek ji bo wan danûstandinan danîbû û dixwest ku di çarçoveyeke teng de danûstandin bihêne kirin, hevdîtin û danûstandinên navbera şandên Encûmena Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê hatin sekinandin.

 

Berdevkê MSDê herwiha got, ew daxwaz ji hikumeta Sûriyê dikin, ku danustandinan li ber wan berteng nekin, ji bo ku herdu alî bigihin encamekî baş.

 

Piştî ku MSDê kongreya xwe ya sêyem li bajarê Tebqa yê ser bi parêzgeha Reqayê ve li darxist, guhertin di siyaseta xwe de kir û amadebûna xwe û Rêveberiya Xweser bo destpêkirina danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re nîşan dabû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin