MSDê ji bo Efrînê bang li NYê kir
.
MSD daxwaza bidawîkirina dagirkeriya li ser Efrînê dike û tekez dike, “Rizgarkirina Efrînê karê me sereke ye.” Herwiha MSDê bang li NYê kir.
Sibe 18 Adarê ye, 4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Herêma Efrînê sala 2018 roja 18 Adarê, bi temamî ji aliyê Tirkiyê û çekdaran ve hatibû dagirkirin.
Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) bi munasebeta 4emîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek belav kir.
MSD bibîr dixe ku şervanên YPG û YPJê, Hêzên Asayîş û hêzên xweparastina cewherî li hember êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar 58 rojan berxwedaneke mezin nîşanda dan.
MSD dibêje, “artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ku piraniya wan girêdayî rêxistinên terorîst in herêma Efrînê dagir kirin û çekên qedexekirî jî li dijî xelkê Efrînê bikar anîn û sûcên şer encam dan û demografiya herêmê guhertin û welatî ji cihên wan derxistin.”
MSDê banga bi dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re kir û got, doza Efrînê doza wan a sereke ye û divê Efrîn ji bin dagîrkeriyê rizgar bibe.
MSDê daxwaza avakirina komîteyên taybet û pispor kir ji bo ku “sûcên ku Tirkiyê û çekdar li Efrînê pêk tînin belge bikin û sûcdar werin dadgehkirin.”
MSD bang li Netewên Yekbûyî jî kir, “li hemberî vegera niştecihên Efrînê li warên xwe û rakirina hemû siyasetên guhartina demografiyê bi erka xwe rabe û garantiya vegera welatiyan bide. Di heman demê têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê komîteyan ava bike û dest bi lêpirsînê bike.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin