MSDê, 'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' ragihand

MSDê, 'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' ragihand

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi endamên rêveberiyên xweser û sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re civiya, di civînê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye hat ragihandin.

A+A-

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi endamên rêveberiyên xweser û sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re civiya da ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike. Di civînê de hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo axivî.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo ragihand, “Piştî ku Komîteya Amadekar a damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe bi dawî kirin, ev rêveberî bi hevkariya hemû rêveberiyên xweser û sivîl ên hemû pêkhate û hêzên niştimanî hate avakirin.”

Sîham Qeryo di dawiya axaftina xwe de got ku ev rêveberiya nû hatiye avakirinê dê bi hemû berpirsyariyên xwe yên qonaxa bê rabe û dê kordîneyê di navbera van rêveberiyên xweser û sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bike û dê hemû astengiyên li pêşiya gelên Bakurê Sûriyeyê derdikevin çareser bike û xebatên xwe ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî ve berdewam bike.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe li navenda MSD'ê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî bi armanca avakirina Rêveberiya Xweser a hevbeş ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Sîham Qeryo ji pêkhateya Suryan û parêzer Ferîd Etî ji bajarê Kobanê weke hevserokên Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin. Di civînê de her wiha 5 endamên Dîwana Giştî ya Meclîsa Giştî hatin hilbijartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin