Mustafa Ozçelîk: Bi gotinên tûnd jî, bi gotinên gilover û makyajî jî rêya çareserîyê venabe

Mustafa Ozçelîk: Bi gotinên tûnd jî, bi gotinên gilover û makyajî jî rêya çareserîyê venabe

.

A+A-

Li ser navê Rojnameya Evro ya ku li bajarê Dihok a Başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, Hushang Tajer hevpeyvînek bi Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ra kir. Ev jî pirs û bersîvên vê hevpeyvînê ne:

Rojnameya Evro:Behsa wê yekê tê kirin ku rapirsîyên nuha nîşan didin ku dengên AK Partîyê û Erdoganî  gelek kêm bûne û heger hilbijartin bê kirin Erdogan nikare bibe Serokê Tirkîyeyê. Li gorî nêrîna we bi rastî jî rewş wusa ye?

Mustafa Ozçelîk: Rast e. Piranîyeke mezin a lêpirsîn û lêkolînên di derbarê hilbijartinan da nîşan didin ku; dengên AK Partî û MHPyê û dengên Erdoganî kêm bûne. Li, gorî van encamên lêpirsînan Erdogan dê nikaribe careke din bibe Serokkomar.Namzedê Tifaqa Miletê ji Erdoganî zêdetir dengan distîne.

Rojnameya Evro: Ev  gefên Tirkîyeyê  ji bo operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê, aya  ji bo şikesta navxweyîya Tirkîyeyê ye,  ji bo ku  dengên nîjadperestan bidest xwe bînê,yan hindek tiştên din di vê babetê da heye. Çunku Rûsya, Emerîka û gelek welatên din li dij in.Lê Erdogan her dibêje emê dest bi vê operasyonê bikin.Ji ber çi ye?

Mustafa Ozçelîk: Sîyaseta Tirkîyeyê ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê divê bi du alî bê nirxandin. Alîyê yekem , ji rêlibergirtina bi bidest xistina statuyeke sîyasî ya Kurdan e. Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan du sal berê bi awayekî zelalî weha gotibû ‘Emê wê xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirirbû, li Bakurê Sûrîyeyê dubare nekin’. Ev tê wê wateyê ku, Tirkîye ji statuya federe ya Herêma Kurdistanê nerazîye, ev statu ne bi dilê Tirkîyeyê ye; lê Tirkîyeyê nikarîbû rê li ber vê statuya federe bigire. Nuha Tirkîye dibêje emê vê xeletîya xwe li Rojavayê Kurdistanê dubare nekin û emê nehêlin li wê derê Kurd statuyeke sîyasî, neteweyî, cografî bidest bixin. Esasê sîyaseta Tirkîyeyê ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyeyê da ev rastîya ye. Tirkîyeyê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanî dagir kirîye û nuha dixwaze Til temir û Minbicê jî dagir bike.Herweha Armanceke Tirkîyeyê jî ewe ku demografîya Rojavayê Kurdistanê biguherîne, Kurdan ji wê derê bajo û li cîhê wan Ereb û Tirkmenan bicîh bikin. Armanceke din jî di hidûdê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi kûrahîya 30 KMyî  herêmeke tampon ava bike û Ereb û Tirkmenan di vê herêmê de bicîh bike da ku peywendîyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bêbirîn. Dewleta Tirkîyeyê dixwaze di pêşeroja Sûrîyeyê da jî xwedî gotar û maf be,  wek aktorekî esasî bê hesibandin. Ji bo wê jî hêzên çekdar yên Ereb û Tirkmen xwedî dike.

Di sîyaseta Tirkîyeyê ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê da alîyê duyem jî bi pirsgirêkên Tirkîyeyê yên navxweyî ve girêdayî ye. Nuha  li Tirkîyeyê qeyraneke mezin a aborî heye. Dewleta Tirkîyeyê nexwedî dahatûyên mezin yên mayînde yên aborî ye. Ji ber wê jî, ev şerê ku li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û gendelî yên mezin yên desthilatdarîya AK Partîyê,  li Tirkîyeyê bûye sebêbê qeyraneke mezin a aborîyê. Piranîya gelê li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê di bin barekî mezin ê vê qeyranê da ne. Tiştê ku dixuyî Erdogan  dê nikaribe di hilbijartinan de biserkeve û bibe serokkomar. Ev rastîyên nevxweyî jî dibe sebep ku Erdogan bala gelê xwe bikişîne ser mijarên derekî, bi êrîş û dagirkerî û sîyaset û propagandayên şowenî dixwaze bala gel ji qeyrana aborî û ji pirsgirêkên navxweyî dûr bixe.Herweha dixwaze bi serkeftinên demkî heta hilbijartinan zêdetir pirştgirîya gelê xwe bigire. Ev gotinên Erdoganî yên ku dibêje ‘’Emê êrîşî Til Temir û Minbicê bikin’’; ji alîyekî ve bi van pirsgirêkên navxweyî ve jî girêdayî ne.

Bi ya min heger Rûsya û Emerîka  îznê nedin , Tirkîye  dê nikaribe êrîşeke nû bibe ser Rojavayê Kurdistanê; bi taybetî jî Rûsya li wê herêmê serdest e. Lê Tirkîye nikare gotina Emerîkayê jî tune bihesibîne.

Rojnameya Evro: Îro di axaftina xwe ya li Wanê da jî,Erdogan  wusa da dîyar kirin ku ew nebûye sebebê jinavçûyina qonaxa aşitîyê, belku behsa HDPyê û alîyê dîtir dikir. Nuha ku tiştê Erdogan dibêje , heta salekê dê hilbijartin bê kirin. Li gorî cenabê te, heta hilbijartinê,  hûn pêşbinî dikin ku Erdogan ji bo çereser kirina mesela  kurdî da tiştekî  bike.

 

Mustafa Ozçelîk: Di têkçûyina hevdîtinên di navbera Dewleta Tirkîyeyê û PKK û HDPyê da him Dewleta Tirkîyeyê , him jî PKK mesûl in. Dewleta Tirkîyeyê ji geşbûn û pêşketin û vejîna sîyasî, demokratîk, sivîl, aştîyane ya xebat û destkeftinên miletê Kurd tirsîya û xwest rê li ber vê peşketinê bigire. Tekane rê jî ew bû ku berê kurdan bide şerî. Ji ber wê jî di temûza 2015an da Dewleta Tirkîyeyê hevdîtinên xwe yên bi PKK, HDPyê ra rawestand û careke din dest bi şerî, dest bi operasyonên eskerî kir. PKKyê jî di heman demê da got ‘Emê bajarên Bakurê Kurdistanê bi şerê çekdarî rizgar bikin û li wan bajaran rêveberîyên xweser ava bikn’ û PKKyê bi vê hişmendî û bernameyê , li nav bajaran dest bi şerê çekdarî kir.PKKyê  di nav gelek Bajarên bakurê Kurdistanê da şerê xendek û barîkatan destpê kir. Şerê xendekan ê PKKyê rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya têkbirin û şikandin û lazwaz kirina destkeftin û xebat û dezgehên sivîl, sîyasî, demokratîk ên Kurdan ra xweştir kir. Dewleta Tirkîyeyê , bi alîkarîya sîyaseta PKKyê ya şerî jî, têkoşîna doza azadîya Kurdistanê, aborîya Kurdistanê, hêvî û germahîya gelê Kurdistanê bi deh salan bi paşde xistin.Piştî ku PKKyê li Bakurê Kurdistanê şikest xwar, zemîna şerî li Bakur nema; berê xwe da Başûrê Kurdistanê û şerê xwe bir Başûr.Nuha jî  PKK li Başûrê Kurdistanê, ji Dewleta Tirkîyeyê ra rê xweş dike da ku Tirkîye Başûrê Kurdistanê dagir bike, destkeftinên Başûrê Kurdistanê bixin nav xeterîyê û lawaz bikin, nehêlin pêşeda biçin…

Erdogan ji alîyekî ve sîyaseteke tûnd a li ser dijayetîya Kurdan dimeşîne. Behsa şer û dagirkirineke nû li Rojavayê Kurdistanê dike. Li Başûrê Kurdistanê bi dehan bingehên eskerî ava kirîyê û beşeke Başûrê Kurdistanê dagir kirîye, êrîşan dibe ser Başûr. Erdogan dibêje ‘Me pirsa Kurd çareser kirîye’. Nuha  yasayeke nû ji bo qedexeyên li ser Medyaya Civakî  amade dike.Tu nîşaneyên ku nermahîyekê, pêvajoyeke dîyalogê naxuyî.Heger bes ji bo hilbijartinan bixwazin çend gavên ku wek makyaj bavêjin jî, zehmete ku kes bi wan gavan bawer bibin. Lê helbete ku em wek PAK her dîsa li gel wê yekê ne ku, ev şer û operasyonên leşkerî  Yên dewleta Tirkîyeyê û şerê çekdarî  yê PKKyê bê rawestandin û Dewleta Tirkîyeyê bi hemû partîyên Kurdên Bakurê Kurdistanê ra dest bi dîyalog û dan û sitendinê bikin. Bi partîyên mixalefetê ra jî, bi AK Partîyê ra jî ji bo guftûgoyên sîyasî bêne destbê kirin em amade ne.Lê aşkereye ku bi gotinên tûnd û êrîşker jî, bi gotinên glover û makyajî jî rêya çareserîyê venabe. Divê gavên ku gelê me îqna bike bêne avêtin.

Rojnameya Evro: Gelek caran we jî û gelek berpirsên partîyên din yên ji derveyî HDPyê jî, we gotine 'HDP tu bernameyeke wê ya ji bo çareser kirina pirsa kurdî nîne, HDP ji bo kurdan tiştekî navê'. Aya hûn wek PAK,  PSK, HAKPAR û alîyên din ên ku pirtir rengê neteweyî di wan da  heye, ku daxwaza  sîstema federalîyeke  wek  Herêma Kurdistanê, daxwaza mafê çarenûsîyê   dikin, ev partîyên  ji bilî HDPyê ku daxwazên  wan nêzî hev in, ji bo bereyek bê çêkirin, ji bo hindek  kar û xebatên nû bêne  çêkirin da ku bibe cîhê dilxweşîya xelkê, gelo di vê derbarê de kar û xebat û planek, projeyek  , hizrek, tiştek heye?

Mustafa Ozçelîk:Me wek PAK ji bo tifaqa neteweyî ya Bakurê Kurdistanê gelek hewl dane, me gelek xebat kirine. Em dixwazin bereyeke Kurdistanî  li Bakurê Kurdistanê bê ava kirin. HDP û HUDAPAR xwe wek partîyên Tirkîyeyî pênase dikin. Ji ber wê jî ew ne pêkhateyên Tifaqeke Kurdistanî ne. Lê, mixabin, PDK Bakur, PDKT û hinek partîyên Kurdan  bes ji bo bidest xistina beledîyeyêkê piştgirîya HDPyê kirin û nuha bi HDPyê ra ne. Me bi dehan caran pêşniyarî ji HAK-PARê ra birine ku ji bo mijar û prisên hevbeş ên miletê Kurd em xebatên hevbeş û hevkarîyan bikin. Lê HAK-PARê heta nuha qet xwe nedaye ber xebatên hevbeş ên neteweyî. Ev jî rastîyeke me ya tahl e.Mixabin helwesta şaş a hinek partîyên kurdan, nahêle ku bereyek, tifaqeke neteweyî, Kurdistanî ya xurt ava bibe.

Xebata Tifaqeke Kurdistanî , li ser prensîbên stratejîk divê bê ava kirin. Ew jî armanca statuyeke sîyasî, neteweyî, coğrafî li Bakurê Kurdistanê ye, mafê çarenûsîya miletê Kurd e.

Nuha  me wek 3 partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê, PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) li ser Bernameya Daxwazên Acîl xebatek destpê kirîye.

Em nuha dibêjin bila li ser van daxwazên acîl ên Kurdan piranîya kurdan bêne cem hev û em Terefê Kurdî ava bikin: Bila nasnameya Kurdan , mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî bê qebûl kirin. Bila qedexeyên li ser navê Kurdistanê û qedexe û astengîyên li ber partîyên  bi navê Kurdistanê bêne rakirin. Bila azadîya ramanî û rêxistinî bê bicîh anîn û sîyasetmedar û nivîskar û kesên di hefsan da ne bêne berdan.Bila Dewleta Tirkîyeyê hemû peymanên navnetewyî yên îmze kirîye bicîh bîne. Bila madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê bê bicîhanîn.

Ango,  ji alîyekî ji bo ava kirina bereyeke Kurdistanî divê em xebatê bikin. Ji alîyekî ve ji divê ji bo daxwazên acîl bi potansîyela herî berfireh a Kurdan em Terefê Kurdî ava bikin.

Ev xebata me berdewam e.

https://rojnameyaevro.com/.../%d8%b3%d9%87%e2.../200625/...

v-007.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin