Mustafa Ozçelîk: Cejna Remezanê Bila Bibe Destpêka Rawestandina Şerî, Tifaqa Neteweyî û Azadîyê

Mustafa Ozçelîk: Cejna Remezanê Bila Bibe Destpêka Rawestandina Şerî, Tifaqa Neteweyî û Azadîyê

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Cejna Remezanê Bila Bibe Destpêka Rawestandina Şerî, Tifaqa Neteweyî û Azadîyê

Îsal jî li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejneke din a  remazanê dikin.

Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, çek danînê, hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadîya welatê me.

Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî, bibe destpêka ava kirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî, bibe destpêka pêk anîna madeya 140î.

Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka avakirina yekrêzîya nav mala kurd û hemû alîyên kurdî bi bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberîya Şamê û  mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û statuyeke sîyasî bidest bixin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka ava kirina tifaqa neteweyî û bidestxistina azadîyê.

Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.

Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.

29.03.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin