Mustafa Ozçelîk: Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de azadî, demokrasî û Gelê Kurdistanê bi ser ketin!

Mustafa Ozçelîk: Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de azadî, demokrasî û Gelê Kurdistanê bi ser ketin!

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de azadî, demokrasî û Gelê Kurdistanê bi ser ketin!

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 20ê cotmeha 2024ê de bi beşdarîya ji %70yê gelê Herêma Kurdistanê pêk hat.

Cîhê kêfxweşîyê ye ku, hilbijartin, li gel hinek kêmasîyan jî di atmosfereke aram, demokratîk, şefaf û bêyî tûnd û tûjîyê pêk hatîye.

Gelê Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji %70yî beşdarî hilbijartinê bû. Ev nîşana wê yekê ye ku li gorî hilbijartinên van salên dawî, gelê Herêma Kurdistanê zêdetir çûne ser sindoqan. Ev jî ji bo li îradeya xwe xwedîderketina gel, ji bo azadî û demokrasîyê wêneyekî hêvîdar e.

Em gelêHerêma Kurdistanê ji bo lêxwedîderketina îradeya xwe, lêxwedîderketina demokrasî û azadîyê pîroz dikin.

Em Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû partîyên sîyasî jî pîroz dikin ku hilbijartineke şefaf, demokratîk û ji tund û tûjîyê dûr pêk anîne.

Aşkereye ku, gelê me yê Başûrê Kurdistanê rû bi rûyî gelek êş û pirsgirêkên navxweyî ne; Bexda û xêrnexwazên Kurdistanê bi ablûka û dorpêçeke piralî, dixwazin destkeftîyên federe yên Herêma Federe ya Kurdistanê lawaz bikin.

Lê ji alîyekî din jî gelek firsendên dîrokî li ber derîyê gelê me ne.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di demeke hesas de li dar ket. Em hêvî dikin ku  li Başûrê Kurdistanê, hemû alî bi rêzlêgirtina îradeya gel û encamên hilbijartinê, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî û bi tifaqeke stratejîk hikûmeta nû pêk bînin da ku rê li ber firsendên li ber derîyê me ne vekin û destkeftinên mezintir bidest bixin.

Li gel rêz û silavên xwe.

21.10.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

384195553-122109713156061668-6516853392012307545-n.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin