Mustafa Ozçelîk: Di sala 1989ê de, li Hefsa Bûrsayê min çend caran kek Îzzet Kandemîr zîyaret kiribû

Mustafa Ozçelîk: Di sala 1989ê de, li Hefsa Bûrsayê min çend caran kek Îzzet Kandemîr zîyaret kiribû

.

A+A-

"Di sala 1989ê de, li Hefsa Bûrsayê min çend caran kek Îzzet Kandemîr zîyaret kiribû

Di sala 1984ê de, polîsên Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘’Operasyona Enqereyê ya li dijî KİP-PÊŞENG-DDKD’’ yê operasyoneke li dar xistibû. Rehmetî kek Îzzet Kandemîr jî li gel gelek kesan di vê operasyonê de hatibû girtin û li Emnîyeta Enqereyê îşkenceyeke zêde dîtibû.

Lê, her çiqas kek Îzzet bi rûyekî sipî ji wan îşkenceyan derketibû jî, Dewleta Tirkîyeyê cezaya hefsê da Kek Îzzet û 15 sal caza xwar.

Piştî çend salan mayîna di hefsê de, di qanûna cezayê ya Dewleta Tirkîyeyê de hinek guhertin hatin çêkirin. Li gel gelek hefsîyên sîyasî, kek Îzzet jî ji ber van guhertinan hate berdan.

Min di sala 1989ê de, li Hefsa Bûrsayê çend caran seradana kek Îzzet kiribû. Wê demê me li Stenbolê Kovara Medya Guneşî derdixist. Ez jî di kovarê de dişuxulîm. Kemal Bîlget wê demê di Hefsa Bûrsayê de radiza. Birayê wî jî di Kovara Emek ê de dişuxulî. Birayê wî ji min re got ''Tu bixwazî em bi hevre dikarin herin Hefsê da ku tu jî Îzzet Kandemîr bibînî''. Gelekî kêfa min hatibû. Min got ''Ez pir dixwazim''.Bi vî şiklî ez li gel birayê Kemal Bîlget çûm Hefsa Bûrsayê. Ev wêneyên min û Kek Îzzet jî ji wan zîyaretên min mane.Di wê demê de hevdîtinên li gel hefsîyan ne wek nuha bû; hêsantir bû.Lê cara ewil ez wek mirovê Kemal Bîlget çûbûm.Ewil em çûn cem Kemal Bîlget. Paşê Kemal Bîlget ez birim cem kek Îzzet. Kek Îzzet ji ber hatina min gelekî hestyar bibû; gelekî kêfxweş bibû.Xuşka wî jî her dihat hevdîtina wî. Bi her awayî alîkarîya wî dikir.

Cara ewil gava ku ez çûm cem kek Îzzet, piştî sohbeteke dûr û dirêj, got ‘’Ka ez te hinekî li hundirê hefsê bigerînim’’. Em derketin korîdorê. Qalabalixîyeke zêde hebû. Hefsî û yên hatibûn cem wan di korîdoran de diaxivîn.Hinek kes nîşanî min dida. Digot ‘’Ev Sabrî Ok e, ev Eşber Yagmurderelî ye’’…Hinek kesên din jî bi min dida nas kirin. Ez û birayê Kemal Bîlget bi hevre çûbûn hevdîtina hevsê. Kemal Bîlget jî wê demê di hefsê de bû.Gelek kesên ji çepên Tirka û ji PKKyê di Hefsa Bûrsayê de bûn.

Kek Îzzet piştî ku ji hefsê derket her haya me ji hev çêdibû.

Kek Îzzet welatperwerekî hêja , hevalekî dilsoz û nefsbiçûk bû.

Di dema damezrandina PAKê de her li gel me bû. Demekê jî li Sêweregê û Ruhayê berpirsyarê PAKê bû.

Kek Îzzet di roja 30.12.2020ê ji ber nexweşîya pênceşêrê ji nav me koç kir.

Ez di yekemîn salvegera wefata wî de, kedkarê doza azadîya Kurdistanê kek Îzzet Kandemîr î bi rêzdarî bibîr tînim.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ew Alaya ku kedkar, têkoşer û şehîdên doza azadîya Kurdistanê hilgirtibûn, heta li welatekî azad gelê me xwe îdare bike û Alaya Kurdistanê wek Alaya Kurdistana azad li ba bibe; dê li erdê nekeve."

30.12.2021

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

m-004.jpg

2-215.jpg

3-206.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin