Mustafa Ozçelîk: Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) kêfxweş in
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser berdana berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad û endamê platformê yên ku hatibûn girtin û îro hatin berdan peyamek belav kir.
Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye;
Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) kêfxweş in
Îro, li bajarê Mersinê mehkemeya rêvebirên “Platforma Ciwanên Serbixwe” (PCS) hebû. 7 parêzer beşdarî dozê bûne. Di encamê de 2 rêvebirên PCSyê yên girtî hatine berdan.
Em li gel Platforma Ciwanên Serbixwe(PCS) ne.
Neheqîya ku li rêvebirên PCSyê hatîye kirin nayê qebûl kirin. Em bi kêfxweşî pêşewazîya berdana revebirên PCSyê dikin û divê ev doz ji hole rabe, bi beraatê bidawî bibe.
Ez ji ber parastina wan, parêzerên ku beşdarî mehkemeyê bûne û rêvebirên PCSyê pîroz dikim.
04.10.2024
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin