Mustafa Özçelik, li ser kuştina Sakçı: Berpirsa yekem dewlet bixwe ye

Mustafa Özçelik, li ser kuştina Sakçı: Berpirsa yekem dewlet bixwe ye

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser kuştina Sakçı daxuyaniyek belav kir û got Berpirsê yekem ê vê êrîşê Dewleta Tirkîyeyê bi xwe ye.

A+A-

Daxuyaniya Rêzdar Mustafa Özçelikî ev e:

"Ji ber axaftina bi Kurdî hate kuştin

Li bajarê Sakarya ya Tirkîyeyê Kadir Sakçi û kurê xwe, ji ber ku bi Kurdî axaftine, tûşî êrîşekê bûne.
Di encama vê êrîşê de Kadir Sakçi hate kuştin, kurê wî jî birîndar bûye. 
Ev erîşa nîjadperest û faşist, encama siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ye ku li ser dijayetîya Kurdan hatîye hûnandin.
Berpirsê yekem ê vê êrîşê Dewleta Tirkîyeyê bi xwe ye.
Berîya her kesî divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vê siyaseta li dijî Kurdan berde.
Em vê erîşa nîjadperest û faşist û qesasê vê êrîşê rûreş dikin. 
Sersaxîyê ji malbata Sakçi yan re dixwazin.Xwedê bi rehma xwe şad bike.Cihê wî bihuşt be. 
Ji birayê xwe yê birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.

Mustafa Özçelik 
Serokê Giştî yê PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin