Mustafa Özçelik pirsa Rûdawê ya li ser Şengalê bersivand:
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, pirsa Rûdawê ya li ser vekişîna PKKê ya ji Şengalê bersivand. Özçelik di nirxandina xwe de got vekişandina ji Şingalê ji bo ku rê li ber kuştin û kavilkirinê girtiye, gaveke erêni ye; lê daxuyaniya KCKê cihê dilêşiyê
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik got ku vekişandina ji Şingalê ji bo ku rê li ber kuştin û kavilkirinê girtiye, gaveke erêni ye; lê daxuyaniya KCKê cihê dilêşiyê ye, ji ber ku ew dibêjin Şingal êdî navçeyeke ewle ye û Heşdî Şebî û Dewleta Iraqê wek nobedarên ewlehiyê û hêzên Pêşmerge wek metirsiyê dibînin.
Mustafa Ozçelik wiha domand:
“Cihê dilêşiyê ye ku KCK dibêje Şingal êdî aram e û ewle ye, dema di destê Pêşmerge de bû, ne aram bû, niha di destê Heşdî Sebî de ye ewle ye! Heta ji destê dewletên wek Tirkiye, Iraq û Sûriye tê ew dixwazin destkeftiyên kurdan ji destê wan derxin, divê kurd di vê babetê de hişyar bin û rê nedin ber dijminên xwe; divê ku PKK hîn Şingal di destê Pêşmerge de bû jê vekişiya.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin