Mustafa Özçelik sersaxî ji malbata sîyasetmedarê Kurd Mîr Dengîr Firat xwest
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk bi minasebeta koça dawîya sîyasetmedarê Kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat peyama sersaxîyê belav kir.
A+A-
Siyasetmedar Dengîr Mîr Mehmet Firat zêdetir ji 3 sala bi nexweşiya şêrpenceyê ketibû û tedawî dibû. Firat îro destê sibehê li Nexweşxaneya Bayindir a Enqerê di temenê 75 saliyê de koça dawî kir.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk bi minasebeta koça dawîya sîyasetmedarê Kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat peyama sersaxîyê belav kir.
Ew peyam weke li jêr nivîsî ye:
Sersaxî ji malbata sîyasetmedarê Kurd Mîr Dengîr Mehmet Firat re
Sîyasetmedarê Kurd Mîr Dengîr Mehmet Firat çû ber dilovanîya xwedê.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.
Em ji malbata rehmetî û ji hemû hezkirîyên wî re sersaxîyê dixwazim.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin