
Mustafa Özçelik: Sersaxîyê ji hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî re dixwazim
Mustafa Özçelik: Sersaxîyê ji hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî re dixwazim.
A+A-
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser wefata Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx peyamek belav kir û ji hemû Kurdên Ezidî re sersaxî xwest.
"Ez sersaxîyê ji hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî re dixwazim.
Me îro (01.10.2020) bi xemgînî wefata rêberê rûhanî yê xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî Baba Şêx (Xirto Hacî Îsmaîl) bihîst.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji hemû malbatê re, ji hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî re dixwazim.
Sersaxîyê ji gelê me re dixwazim."
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin