Mustafa Ozçelîk: Yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz Be!

Mustafa Ozçelîk: Yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz Be!

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz Be!

Di encama xebatek hevbeş ya yekitîya siyasî û rêxistinî de, PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin.

Îro yekemîn salvegera damezrandina PWKê ye.

whatsapp-image-2024-09-08-at-15-46-56.jpeg

PWK, partîyeke meşrûîyeta xwe ji heq û huqûqa miletê kurd digre û xebata eşkere esas digre. Ji bo ku PWK weke partîyeke yasayî xebatên xwe bimeşîne, me dest bi prosedurekê kir. Li gorî vê pêvajo û perosedurê, PAKê di 17ê îlona 2023an de, li Ankarayê di çavderîya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî. Di vê kongreya fermî de, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) navê xwe weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) guherand da ku PWK di qada eşkere û fermî de bikaribe kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bi rê ve bibe.

Helbete, her çiqas navê PWKyê wek yasayî hatibe qebûlkirin jî doza girtinê ya ku berê ji bo PAKê hatibû vekirin, nuha bi navê PWKyê dê dewam bike.

60d7b972-2225-47ee-868a-def24deeba2f-001.jpg

PWK mafê çarenûsîya miletê kurd diparêze

PWK, pirsgirêka Kurdistanê di eslê xwe de weke pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd, pirsa dewletbûnê dibîne. Partîya me, dewletbûnê (dewletek federal, konfederal an jî serbixwe) weke program û armanceke demdirêj û stratejîk dibîne. Di vî warî da, li gorî şert û mercên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, herweha li gorî rewşa herêmê û navneteweyî, gava çareserîyên cihê û navqonaxî jî derkevin holê, em dê wan çareserîyên demkî û navqonaxîyan jî red nekin û wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk weke derfetên girîng û pêwîst binirxînin.

PWK mafên ziman, kultur, demokratîk yên kurdên li metropolên Tirkîyeyê dijîn diparêze. Li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku nifûsa kurdan di piranîyî de ye, mafê xweîdarekirina herêmî ya gelê Kurd diparêze.

PWK bi vîzyon û mîsyona xwe navend û navnîşanek nû ye

PWK, partîyeke neteweyî, demokratîk, gelerî, eşkere û qanûnî ye. Ew ji bo mafê çarenûsî û mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê kurd û pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û ji bo mafên kurdên li metropolên Tirkîyeyê dixebite. Ew bi awayekî giştî, xwe berdewamîya tevgera azadî û rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê dibîne; li hemû berxwedan, serîhildan û destkevtîyên azadî û rizgarîxwazîya neteweyî xwedî derdikeve.

whatsapp-image-2024-09-10-at-09-55-26-2-001.jpeg

PWK di warê siyasî de, parastin û xurtkirina xeta neteweyî û kurdistanî li Bakurê Kurdistanê weke wezife û vîzyona xwe ya esasî dibîne. Bi vê vîzyon û mîsyonê, PWK, ne li ser bingehê îdeolojî, nîjadî û sinifan; lê li ser bingehê hevwelatîya Kurdistanê û weke partîyeke eşkere, yasayî, neteweyî û demokratîk rêxistina xwe dihûne. Ew dixwaze bi awayekî berfireh civata kurd û kurdistanîyên welatparêz û demokrat yên oldar, sekuler, sosyalîst, lîberal û muhafezekar di nav refên xwe de bicivîne û wan bi rêxistin bike. Teva ku di vî warî de, rêyeke dûrûdirêj û dijwar li pêşîya me ye jî PWK ji naha de bûye navendek esasî û cihê hêvîyek nû.

PWK, bi siyaset û helwesta xwe, bi aborîya xwe ya xweser, bi kultur û hişmendîya kultura xebata hevbeş, bi demokrasî û azadîya navxweyî, bi hevrêzîya li hemberî partî, rêxistin û tevgerên kurd û kurdistanîyan, partîyeke serbixwe, milî, demokrat, xwebexş û azadîxwaz e.

PWK, di civîn û birêvebirina navxweyî de, di daxuyanîyên xwe yên ji bo raya giştî û nava partî yê de zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) weke zimanê esasî û fermi yê PWKê bi kar tîne. PWK hewl dide ku endamên wê yên di warê axaftin û nivîsandina kurdî de zahmetîyê dikşînin xwe di vî warî de pêş ve bixin; hevalên kurmancîaxêf hînî Kirdkî/zazakî û hevalên kirdkîaxêf jî hînî kurmancîyê bibin.

PWK, ji bo yekitî, hevkarî û tifaqan nimûne ye û di wê warî de her amade ye

PWK, pirsa yekitî û hevkarîyên hêzên siyasî û demokratîk yên Bakurê Kurdistanê bi awakî giştî di sê xalan de dibîne. Pirsa yekitiyên siyasî û rêxistinî; pirsa hevkariya startejîk ya partî û rêxistinên kurdistanî û pirsa hevkarî û platformên li ser daxwazên acîl û avakirina temsîlyeteke neteweyî ku ev di Deklerasyona PWKê de bi awakî berfireh hatîye dîyar kirin.

Di vî warî de sîyaseta PWKê zelal e û PWK dibêje: Partî û rêxistinên ku di warê siyasî û daxwazên stratejîk de wek hev in, nêzîkê hev in, bila bibin yek û di binê yek partîyê de bicivin; yên ku nikarin bibin yek, bila bi hev re hevkarî û tifaqan ava bikin; yên ku nikarin bi hev re hevkarî û tifaqan bikin, derîyê dialog û pêwendiyan negrin û yên nikarin dîyalogan jî bi hev re deynin, bila bila qet nebe dijminatîya hevudû nekin.

PWK, xebat û têkoşîna li dijî asîmilasyonê û hevkarîya li ser daxwazên acîl wezîfeyeke girîng dibîne!

PWK, xebat û têkoşîna li dijî siyaseta asîmlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî û herweha parastin û geşkirina zimanê kurdî weke yek ji wazîfeyên xwe yên esasî û acîl dibîne. Partîya me di vî warî de û ji bo daxwazên acîl yên miletê kurd, avakirina hevkarî, platform û tifaqeke herî berfireh pêwîstîyeke esasî dibîne; ew ji bo vê pêwîstîyê hewl dide û wê bi berdewamî xebat, hewldan û pêwendîyên xwe bidomîne.

edbdb194-73cd-4ef2-adf7-7a4daafe0ec7-001.jpg

Divê em hewl bidin ku malbatên me, partî, rêxistin û tevgerên me yên siyasî; dezgehên sivîl û komeleyên me yên çandî, herêmî û civakî yên di qada jiyana rojane de di civîn, çalakî û weşanên xwe de herdu zaravayên kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) weke zimanê esasî û sereke bi kar binîn. Divê em bi kêfxweşî diyar bikin ku civîn, gotûbêj û weşanên PWKê bi vê berpirsiyarî û hişmendîye tên birêvebirin û ev hişmendî roj bi roj di nav refên PWKê de xurtir û berfirehtir dibe.

Helbete ku di xebat û çalakîyên piralî de bikaranîna zimanê tirkî jî beşeke ji rastîya ku em tê de dijî ne.

PWK, partîyeke bêîtiadîya sivîl e!

Bingehê xebat û tekoşîna partîya me Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo cîbicîkirina armancên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî, partîya me bê ku şiddetê bikar bîne dê hemû rê û rêbazên xebat û têkoşînê yên meşrû, eşkere, sivîl, demokratîk û bêîtiadîya sivîl bi hevahengî bi kar bîne.

Partîya me bi bername, destûr û deklerasyona xwe ve, bi şêweyê damezrandin û xebata xwe ve nimûneya partîyeke bêîtiadîya sivîl e.

PWK, destkeftîyên her perçeyekî Kurdistanê, wek destkeftîyên miletê kurd dibîne!

PWK, li hemû parçeyên Kurdistanê mafê çarenivîsa miletê Kurd weke mafekî herî rewa dibîne û diparêze. Bêgûman her beşê Kurdistanê wê li gorî şert û mercên xwe forma azadîyê û desthilatdarîya beşên xwe ava bike.

whatsapp-image-2024-09-10-at-09-55-27.jpeg

Herweha herçiqasî dem, rê û metoda wê ji niha ve neyên texmînkirin jî yekitîya miletê Kurd û Kurdistanê mafekî meşrû û rewa ye. Lê di vî warî de, dive miletê Kurd û kurdistanî bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

PWK, piştgirîya destkeftiyên federalî yên Herêma Kurdistanê û destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê dike, parastin û pêşdebirina van destkeftinan wek wazîfeyeke neteweyî dizane. Ew li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî, hevrêzî û tifaqên netewî û niştimanî ye. Di nava beşên Kurdistanê de, pêwendî, piştgirî û hevrêzîya di nava partî, rêxistin û dezgehên neteweyî û kurdistanî pêdivîyên bingehîn in.

PWK di peywendîyên navneteweyî û diaspora kurdî de, bi hişmendîya ku dijminên me kêm, dostên me zêde bibin dixebite!

PWK, di têkilîyên xwe yên navnetewî de berjewendîyên miletê kurd û Kurdistanê esas digre û sîyaseta xwe li gor vê rêbazê bi rê ve dibe. Di têkilîyên xwe yên navneteweyî de, bingehê sîyaseta partîya me, wê dost û piştgirên doza xwe zêdetirkirin û neyarên doza xwe jî kêmtirkirin be. Partîya me, dîplomasî û sîyaseta xwe ya navneteweyî li ser neyartîya tu miletan ava nake; lê partîya me, di siyaseta xwe ya navneteweyî de, li dijî neheqî û bêdadwerîyê radiweste û piştgirîya xebat û têkoşînên ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û dadwerîyê dike.

Dîaspora kurdî bi xebata xwe û bi pêwendîyên xwe yên navneteweyî beşek ji tekoşîna miletê Kurd û Kurdistanê ye. Lê mixabin îro dîaspora kurdî ji navend û banekî hevbeş bêpar e. Em di vê bawerîyê de ne ku divê hemû alîyên ku îro hene, di vî warî de bi berpirsiyarî û hişmendîyek neteweyî û kurdistanî tevbigerin.

Ji bo dîaspora kurdî di binê navend û banekî hevbeş de bicive, hemahengî û hevrêzîya nava wê pêk were, divê em bi hemû hêz û îmkanên xwe hewl bidin û bixebitin. Ji bo pêkanîna vê armancê, em weke PWK amadene ku bi hemû hêz û kesayetên eleqedar re pêwendîyan deynin û hewl bidin ku bi awayekî hevbeş çareserîyekê ji vê belavbûn û pirserîtîyê re bibînin. 

PWK, wê xebat û çalakîyên xwe yên cîhêreng bi awakî hevahengî geş û xurtir bike!

PWKê, di nav vê sala bihurî de, bi hemû hêz û derfetên xwe hewl da ku ji bo doza rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk xebat û siyasetek serbixwe û bi şexsîyet bimeşîne. PWK, ji demezradina xwe û heta îro, di derbarê rojeva Kurdistanê, rojên taybetî yên dîrokî û serhildanên kurdan de û ji bo bîranîna şehîd û pakrewanên kurd û Kurdistanê de gelek konferans, semîner û çalakî li dar xistin. Herweha li gorî hêz û îmkanên xwe, PWK li welatên Ewropayê jî gelek xebat û çalakî organîze kirin û hewl dide ku ji bo piştgirîya doza rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji bo xebatên kulturî û civakî yên kurdên li derveyî welêt bibin deng û rengekî nû.

Lê bêgûman dil dixwest ku me bikarîba di nav vê salê de, xebat û çalakîyên xurtir û berfirehtir pêkbianîya; weke partî em bi hêztir û berfirehtir bibûna. Lê di vê rewş, merc û konjonktura heyî de û herweha bi van kês û derfetên xweser yên di destên me de ne, me dikarîbû ewqas pêk bianîya. Bêşik, di vî warî de, kêmanî û xeletîyên me jî hene ku em wan bi hûrgilî dinirxînin. Lê, li gel hemû kêmasîyan jî, me bi hemû bawerî û dilsozîya ve ji doza azadîya gelê xwe re xebat kirîye.

PWK, di hişmendî û zanestîya kêmanî û xeletîyen xwe de ye; ew partîyeke xwerexnegir e, ji tesbîtkirina kêmasîyên xwe natirse û di wî warî de wê hergav bi rexnegirî, xweşbînî û berpirsiyarî tevbigere. Em di vê bawerîyê de ne, teva kil û kêmaniyan jî partîya me di vê sala bihûrî de, di geşkirin û berfirehkiran pirrengî û pirdengîya siyaseta Bakurê Kurdistanê de, roleke erênî lîstîye û dê di vê siyaset û helwesta xwe de berdewam be.

PWK, di vê bawerîyê de ye ku ji bo dînamîzma ciwanan û hêza jinan bêtir bikaribin di nav refên partîya me û di nav tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, demokratîk de cih bigrin; di nava xebatên siyasî, kulturî, civakî û jingehparazîyê de bi awakî rêxistinî û çalak bixebitin; di geşkirina tevna civata kurd û kurdistanî de roleke aktîftir bilîzin, divê em rewş û dema niha bi awakî civaknasî û pisporî ji nû ve binirxînin. Di vî warî de divê em ji pispor û civaknasan jî îstifade bikin. Divê em li gorî dem û rewşa heye bi rê û rêbazek nû tevbigerin.

Bi van bîr û bawerîyan û bi vê hişmendîyê, di yeksalîya damezrandina PWKê de, ez hemû damezranêr, rêvebir, endam û alîgiren PWKê ji dil û can pîroz dikim.

Ez di yeksalîya damezrandina PWKê de bangî hemû damezranêr, rêvebir, endam û alîgiren PWKê dikim ku em bi hev re xurt in, em bi hev re partîya xwe bigihînin asta ku me heq kirîye û em hewl bidin ku PWK bibe partîyek ciwanan, bibe partîyek jinan, bibe partîya hemû reng û dengên civata Kurdistanê. 

Ez di vê bawerîyê de me ku em dê sala bê xwe ji bo pêngavek geştir û çalaktir amade bikin.

Di yeksalîya damezrandina PWKê de, ez bangî hemû kadroyên welatparêz, azadîxwaz, demokrat û kurdistanî dikim ku xwedî li xeta neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî ya PWKê xwedî derkevin. Hêvî û sibêroja miletê Kurd û kurdistanîyan di vê xetê de ye. Werin em bi hevdû re vê xeta neteweyî û kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin. 

Bijî xebat û têkoşîna ma ya ji bo mafê çarenivîsa miletê Kurd û kurdistanê!

Bijî Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)!

10.09.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin