Myles Caggins: Amerîka Mazlûm Kobanî ji êrişan diparêze
.
Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins got ku Amerîka fermandarên pilebilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên weke Mazlûm Ebdî (Kobanî) diparêze.
Myles Caggins diyar kir ku DAIŞê ji êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê sûdê werdigire û got: “Nêzîkî du meh berê Tirkiye êrîşek pêk anî ku ji her tiştî bêtir ez aciz kirim. Dema ku Seroka Yekîneyên Antî-teror (HAT) kuşt... Navê wê Jiyan Tolhildan bû. Şervanekî pir wêrek bû, lê Tirkiyê ew kuşt. Dema Tirkiyê ew kuşt ez ji we re bibêjim kê sûd jê wergirt, dema fermandarekî wêrek wek wê ji qada şer were derxistin, DAIŞ sûdê jê werdigire, DAIŞ kêfxweş dibe.”
Derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de Caggins dibêje: “Her tim egera senaryoya herî xirab heye, ji ber ku dema hêzên Amerîkî ji Tebqa, Reqa, Minbic û Kobanî derketin me ev yek dît. Di şevekê de qewimî, lê ez nafikirim ku niha ti planek ji bo vekişînê hebe.”
Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê Myles Caggins ku bo serdanekê li Herêma Kurdistanê bû, ligel bêjerê Rûdawê yê diyar Dilbixwîn Dara rojek derbas kir û bersiva pirsên wî da.
Dilbixwîn Dara: Kurdistan xweş e?
Myles Caggins: Kefxweş im ku li vir im li Kurdistanê. Tu çi dibêjî ji bo kupaya cîhanî? Ez di dibêjim Amerika dê serbikeve, lê ew dibêjin Fransa.
Dilbixwîn Dara: Tu dixwazî li bajareke Kurdistanê bijî, çi Hewlêr an Duhok, Zaxo, Silêmanî yan jî bajareke din be?
Myles Caggins: Dibe Hewlêr cihek baş be, ji ber ku balefirgeh heye, herwiha navenda medya, bazirganî û hikûmetê ye. Lê hemû cihên din jî yên ku ez lê geriyam, ji bo min xweş bûn weke; Duhok, Zaxo... duh jî ez li Silêmaniyê bûm.
Dilbixwîn Dara: Ev vê yekê meraq dikim, care ewil dema ku tu bû Berdevekê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û hatî Kurdistanê, tu netirsiya? Ji ber ku gelek wisa texmîn dikin li vê derê xeterî heye û tu diçî nav mileteke ku tu wan nas nakî...
Myles Caggins: Xwedê kir, hevala min Tanya Ezîz hebû, ku li Bexda ligel hevpeymaniyê de bû. Wê ji min re got, eger min bivê bibim berdevkek serkeftî, pêwîst e Kurdan bibînim. Taniya Kurd e, xelka Silimaniyê ye, an jî Helbce. Kolonêlên leşkerî yên ku beriya min karê berdevkiyê kiribûn, di nav balyozxaneyê de li Bexda djiyan, balyozxane jî bi dîwarên mezin hatiye dorpêçkirin û tenê Amerikî di nav de dijîn. Lê min xwest li dervey baloyzxaneyê bijîm û biçim xelkê bibînim. Bo min girîng bû bi rêya medyaya Kurdî, weke televzîyona Rûdaw, bi gelê Kûrd re bi axivim.
Dilbixwîn Dara: Kurd ji te hez dikin û te jî her tim piştevaniya wan kiriye...
Myles Caggins: Şervanên Kurd, di nav de Pêşmerge, YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk, mezintrîn qehremanên şerê li dijî DAIŞê bûn. Wan şervanên Kurd bajarê te Kobanî azad kirin.
Dilbixwîn Dara: Mazlûm Kobanî çawa ye?
Myles Caggins: Mazlûm Kobanî? Belê! Ez dikarim bi wî re têklî bikim, lê ez rasterast bi wî re na axivim. Lê ez bi xelkê derdorê general Mazlûm re diaxvim.
Dilbixwîn Dara: Dema te ji Rojavayê Kurdistanê xatirê xwe xwest tu giryayî û me jî li ser Rûdawê belav kir. Xelkê meraq kir tu çima giryayî?
Myles Caggins: Belê. Ez serpêhatiyeke xwe ji te re bêjim. Ez li restoranteke Duhokê bûm, zilameke xelkê Rojava li wê restorantê kar dikir. Ew hate cem min û got: "ji kerema xwe birêz, ez dikarim bi te re wêneyek bikşînim? Min got: "Baş e, tt çewa min nas dikî?" Wî got: "Ez xelkê Rojava me, min konferensa te ya medyayî temaşe kir dema ku tu digiriya û te Mustefa Balî hembêz dikir." Wî got: “Piştî van hemû salan, ev tişt hêjî maye li bîra min." Ew konferansa medyayî, bo min, demeke pir hestiyar bû. Ez difikirîm çawa xelkê Kurd, herwiha Ereb û Aşûrî û hemû xelkên ji ber DAIŞê zerer gihaye wan, hejmareke zêde ya mirovan ji dest dane, aboriya wan ne baş e, cihê wan ne ewle ye, 10 hezar şervanan xwe kir qûrban, yanî 10 hezar şehîd bûn, 25 hezarên din birîndar bûn li şerê li dijî DAIŞê. Lê tevî van hemû sedeman, Hêzên Sûriya Demokratîk xelatek gelek hêja dane min ku sembola biratiya me bû. Ez ji ber ew rêzgirtina ku wan dan min giriyam. Herwiha, ez bi xwe, xelkê Amerîka me û reşpêst im, ez dizanim hestek çewa ye, ji ber ku bav û kalên min di serdemê hikûmetekê de jiyane ku rê bi wan ne didan bi zimanê xwe bi axvin, ew bi zilm û zordarî desteser dikirin, neçar dikirin bê pere li hin navçeyên destnîşankirî bijîn, tu derfeteke wan nebû, karên baş ji wan re tune bûn, yanî ev berî çendîn salan rewşa bav û kalên min bû. Kurd jî rûbrûyî heman ezmûnê bûne, li Tirkiyê ku nikarin bi zimanê xwe bi axvin, hilbijartin ne dadperwer in, HDP ji ofîsên wan hatin derxistin, keç û kurên genc tên desteserkirin tenê ji ber ku ew Kurd in.
Dilbixwîn Dara: Tu bikêfxweş î te Kurd naskirin?
Myles Caggins: Belê helbat. Ez sê caran hatime Iraqê. Cara yekem sala 2003 heta 2004an bû, wê demê ez li parêzgeha Diyalayê li nêzîkî Kurdan bûm. Bi rastî dema em cara yekem gihiştin wê derê, min Pêşmerge li Miqdadiyê dîtin. Wê salê em li Baqûba, Celewla, Qeretepe, Xaneqîn, Mendelî û Beledrûsê bûn. Wan bajaran Kurd lê hebûn, Kurdên başûr bûn. Li wir hinek Kurdên Kaka dijîn. Lê min wê demê Kurd nas nedikir.
Dilbixwîn Dara: Em qehweyeke vexwin..
Myles Caggins: Qehweya Kurdî, gelek baş e.
Dilbixwîn Dara: Eger ez bêm Amerîkayê tu dê min bibî ku derê?
Myles Caggins: Eger tu werî, ez li bajarê New Yorkê dijîm. Eger tu werî New Yorkê, em dê tiştên New Yorkê bikin. Em dê herinTimes Square, û em dê pizza New Yorkê bixwin.
Dilbixwîn Dara: Weke ez dizanim tu li bajarê Heidelberg ê Almanyayê ji dayîk bûyî, rast e?
Myles Caggins: Erê, rast e, ez li Heidelberg, Almanya hatime dinyayê. Bavê min di artêşa Amerîkayê de xizmet dikir. Ez tenê wek zarokek biçûk li Heidelberg jiyam, û her wiha li Wiesbaden. Piştre em vegeriyan bo Amerîka bo Virginia.
Dilbixwîn Dara: Kurd car caran baweriya xwe bi Amerîkiyan naynin, bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ditirsin Amerîka wan berdin û ji Sûriyê biçin û ew bê pişt bimînin. Kurd dikarin çi qas baweriya xwe bi Amerîkayê bînin?
Myles Caggins: Dilbixwîn, te pirsek girîng kir. Bersiv du alî ye. Ez dixwazim behsa du koman bikim. Yek ji wan jî Artêşa Amerîkayê ye. Leşkerên Amerîkî tê wateya serbazên mîna min, ku ji 2014an ve li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk de xizmet kirine. Ev leşker ji HSD, YPG û fermandarên wan pir hez dikin. Leşker xemgîn dibin dema ku siyasetmedar biryar didin ku leşkerên Amerîkî ji cîhek bo cîhek din veguhêzin. Di Cotmeha 2019an de, ez li vir bûm, dema ku Serok Trump bi Serokomar Erdogan re axivî û tweet kir ku em ji Sûriyê derdikevin. Ev yek ji bo me di artêşê de suprîz bû. Me nizanibû ku ew biryar dê bê dayîn. Lê ew fermandarê giştî yê hêzan bû, lewma em neçar man fermanên wî bi cih bînin û me plan kir ku ji Minbic, Tebqa, Reqa û nêzîkî Kobanî vekişin û herin rojhilat. Weke ku we behs kir, ev herêma ku Tirkiye jê re dibêje "zona ewle" bûye cihê şandina terorîstan. Ev terorîst wek DAIŞê ne, milîsên ku ji aliyê Tirkiye ve tên piştivanîkirn. Ji ber êrîşên şeva borî ku dibe îro jî berdewam bikin, ez nizanim di navbera Washington û Enqerê de çi gotûbêj çêbûne. Hinek siyasetmedarên Amerîkî dilgranî û turebûna xwe derbiriye, yek ji wan senatorê Amerîkî Chris Vanhover e ku got: "Em pişta xwe didin Kurdan, di demekê de Kurd hevalên me ne. Divê em Tirkiyê rawestînin. Lê têkiliyên Tirkiyê bi Amerîka û NATOyê re pir xurt in. Têkiliyên NATOyê xurt in, lê hevbeşiya bi HSD re demkî ye û xwedî heman taybetmendiyan nîne.
Dilbixwîn Dara: Tu kononel bû û tu Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bû û tu gelek tiştan dizanî. Kurd vê yekê mereq dikin; berî ku Tirkiyê êriş bike hûn agahdar dikirin? Ji we re digot hişyar bin em dê êriş bikin?
Myles Caggins: Peywendiyeke berdewam di navbera Tirkiye, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî de hebû. Hinek caran Tirkiye ji me re digot ku ew dixwazin êrîşî ku derê bikin, ji ber ku wan nedixwest êrişên wan zirarê bide hêzên Amerîkî yan jî hêzên hevpeymaniyê.
Dilbixwîn Dara: Dema Tirkiyê ji we re digot, we çi bersiv dida Tirkiyê?
Myles Caggins: Mixabin Tirkiye hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk weke PKKê dibîne. Em dizanin û dîrok jî ji me re dibêje ku YPG, YPJ û HSD di hemû şeran de şerê DAIŞê kirine. Loma jî bi hêsanî tê fêmkirin ku ev şervanên Rojava, çekên wan tiveng in, nikarin zirarê bidin Stenbol û Enqerê. Herwiha hin amarên ku ji aliyê rêxistineke ku tundutîjî û pevçûnan dişopîne belav kirine, pêşanî me didin ku...
Dilbixwîn Dara: Tu dixwazî çi vexwî?
Myles Caggins: Ez dixwazim qehweya we ya taybet a bi rûnê behîvan, paşê çaya bi şekir biceribînim.
Dilbixwîn Dara: Tu bixwe gelek li Rojavayê Kurdistanê mayî û tu li gelk deverên Rojavayê Kurdistanê geryayî, te bixwe berpirsên PKKê dîtin?
Myles Caggins: Nexêr, min yek ji wan nedît. Dibe ku hinek ji wan li wir bin, lê ji bo Amerîkayê girîng e ku HSD şerê DAIŞê dike. Hinek îdeolojî heye, lê di vê erka leşkerî ya parastina gelê Qamişlo, Reqa, Tebqa û Dêrezorê de ti girîngiya wê nine, ji îdeolojiyê zêdetir tiştek nîne. Hinek ji wê îdeolojîyê baş e, mînak azadiya jinê... Jin, Jiyan û Azadî. Şervanên jin jî alîkariya HSD li dijî DAIŞ'ê kirin. Bi baweriya min eger jin tevlî wî şerî nebûna, belkî rehetiya me ya niha tunebûya, ji ber ku DAIŞ dê bihêztir ba. Jinan bajarê we Kobanî rizgar kirin.
Em behsa teqîna vê dawiyê ya Stenbolê bikin. Tirkiye ev wêne û vîdeo hemû nîşan da, lê ev wêne û vîdeo hatine lêkolînkirin û hat gotin çawa dibe ku ev rast be? Çawa dibe ku ev jina ku xwedî dêmek vekiriye ew jina dêm reş be ya ku bi pêkanîna teqînê tê sûcdarkirin. Xuya ye ku ev tişteke Tirkiye dixwaze ji bo bombekirina hemû gelê Rojava bike hincet.
Dilbixwîn Dara: Ez dixwazim vê yekê bizanim, berpirsên HSDê yên bilind, minak Mazlûm Kobanî û gelek berpirsên din, hûn li wir wan diparêzin?
Myles Caggins: Erê, erê. Nêzîkî du meh berê Tirkiye êrîşek pêk anî ku ji her tiştî bêtir ez aciz kirim. Dema ku Seroka Yekîneyên Antî-teror (HAT) kuşt... Navê wê Jiyan Tolhildan bû. Şervanekî pir wêrek bû, lê Tirkiyê ew kuşt. Dema Tirkiyê ew kuşt ez ji we re bibêjim kê sûd jê wergirt, dema fermandarekî wêrek wek wê ji qada şer were derxistin, DAIŞ sûdê jê werdigire, DAIŞ kêfxweş dibe û dibêje; spas ji Tirkiyê re ji bo kuştina vê fermandara leheng. Amerîka jî nikare her kesî biparêze dema ku tevdigerin. Hêzên HSDê jî tên û diçin, civînên wan hene, malên wan hene ku divê serdana wan bikin.
Dilbixwîn Dara: Amerîka dê heta demeke dirêj piştevaniya Kurdan bike?
Myles Caggins: Li gorî min tişta ku em ji Washingtonê dibihîzin ew e ku Amerîka heta ku hewce bike dê li Sûriyê bimîne. Ango garantî nîne. Pewendî bi heman awayê peywendiyên Amerîka bi Herêma Kurdistanê re nîne. Hevalên min li Wezareta Derve hene, ez kesên li Koşka Spî nas dikim, ez di navendên lêkolînê de dixebitim, min qet nebihîstiye ku kesek demekî diyar bike an bêje em dê kengê ji Sûriyê derkevin. Piraniya axaftinên ku ez ji Washingtonê dibihîzim dibêjin divê hevbeşî bi HSDê re bi heman awayî berdewam bike ku niha li Hesekê û Dêrezorê heye.
Dilbixwîn Dara: Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji vê yekê ditirsin ku Amerîka ji nişka ve di heyama 24 saetan de ji Rojavayê Kurdistanê derbikeve û bêyî piştevan bimînin... Gelo egera vê yekê heye?
Myles Caggins: Her tim egera senaryoya herî xirab heye, ji ber ku dema hêzên Amerîkî ji Tebqa, Reqa, Minbic û Kobanî derketin me ev yek dît. Di şevekê de qewimî, lê ez nafikirim ku niha ti planek ji bo vekişînê hebe.
Dilbixwîn Dara: Li Rojavayê Kurdistanê jiyana te qet ketiye xetereyê?
Myles Caggins: Nexêr, jiyana min li Rojava ne ketiye di xetereyê de.
Dilbixwîn Dara: Tu dixwazî careke din weke serdan biçî Rojavayê Kurdistanê?
Myles Caggins: Ez pir hez dikim vegerim Rojava. Bi rêya torên civakî li hemû Rojava ji Efrînê heta Dêrikê hevalên min hene. Du sal berê, ez hatim vexwendin bp Rojava, du sal berê di 11ê Mijdara 2019an de min bi Mistefa Balî û Kino Gabriel re li nêzîkî Til Temrê konferanseke çapemeniyê li dar xist. Ev cara yekem bû ku berdevkê hevpeymaniyê derbasî Rojava bû û li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk rawestiya.
Dilbixwîn Dara: Te ji çi tiştên Kurdan hez kir?
Myles Caggins: Kurd li ser asta cîhanê xwedî mêvanperweriya herî baş in. Cara din ku ez ji bo dîtina Mistefa Balî çûm Rojava, min çend berpirsên hevpeymaniyê, ango çend efser û karmend bi xwe re birin. Em li Rumelan bûn. Mustafa Balî ji ber ku wan dixwest hurmeta xwe ji hêzên Amerîkî re nîşan bidin, şîvek saz kir. Ez dizanim ku pereyên wan ne gelek in, îdeolojiya wan ne kapitalîzme, ne weke vê derê Empayer City yê mezin e, lê belê li ser hevkariya di navbera mêr û jinan de ye, ku ev nêrînek pir sade ye. Lê her çendî van mirovan pereyek zêde tunebû jî, amade bûn her tiştê ku wan hebû bidin mêvanên xwe.
Dilbixwîn Dara: Tu bêriya kincê serbazî dikî?
Myles Caggins: Min hefteyek berê kincên xwe yên leşkerî ji xwe kir. Ez niha bi temamî sivîl im. Ez ji artêşa Amerîkayê xanenşîn bûm. Tiştê ku ez herî zêde bêriya wî bikim, karkirina ligel leşkerên Amerîkî, leşkerên biyanî û hevkarên me ye, wek Pêşmerge, Heşda Şaibî, artêşa Iraqê û polîsên federalî. Dîroka malbata min bi leşkeriyê re heye. Bavê min di şerê Vîetnamê de xizmet kir. Ew di Amerîkayê de kolonel bû.
Dilbixwîn Dara: Em biçin bazara Hewlêrê?
Myles Caggins: Ez ji bazara Hewlêrê pir hez dikim.
Dilbixwîn Dara: Hêj pirsên min hene ez ji te bikim.
Myles Caggins: Ez dizanim bêtir pirsên we hene.
Dilbixwîn Dara: Em niha hatin çayxaneya Mam Xelîl. Myles te çima got min bibe çayxaneta Mam Xelîl?
Myles Caggins: Pir xweş e. Tiştek ku ez ji Hewlêrê hez dikim tevliheviya kevin û nû ye. Em li Qehwexaneya Reş Net bûn, ku cihekî nû ye û çaydankên wan hene, lê li vir li Çayxaneya Mam Xelîl çaya kevnare ya ku ji pelên çayê tê çêkirin, didin we.
Dilbixwîn Dara: Tu dê çayê vexwî?
Myles Caggins: Erê. Ez ji çaya lîmonê hez dikim. Bila şekir zêde be.
Dilbixwîn Dara: Cara yekemîn e ez têm vê derê, weke arşîv û muzexaneyekê ye.
Myles Caggins: Erê, xweş e. Ev çayxane cîhek baş e ji bo axaftinê li ser siyasetê. Kesên li çayxaneyê tim li televîzyonê temaşe dikin û baş dizanin ku çi diqewime.
Dilbixwîn Dara: Di rê de gelek kesan tu nas kirin, Kurd gelek ji te hez dikin.
Myles Caggins: Erê, dîtin û naskirina mirovan ji bo min pir xweş e. Li hemû Kurdistanê ev heye. Li Rojava, li Bakur, li Başûr min nas dikin.
Dilbixwîn Dara: Ev diyarî (milpêç) ji bo dayîka te ne?
Myles Caggins: Belê, ji ber ku ez nikarim malbata xwe bînim Kurdistanê, ez dê Kurdistanê bibim cem malbata xwe.
Dilbixwîn Dara: Em niha diçin mala şehîdekî ku navê wî Luqman e, sala 2016an li Xazir di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûye. Malbata wî dixwest te bibîne û te jî dixwest malbata şehîdekê bibînî.
Myles Caggins: Erê, ev mala Luqman e. Ji bo min rûmet e. Ez bi dîtina wan serbilind im. Ez ji bo Eqîd Luqman serexweşiyê li we dikim. Ez hin hêzên Amerîkî nas dikim ku li Mûsilê şer dikirin. Hin ji Yekîneya Hêza Hewayî ya 82emîn û 101st Screaming Eagles bûn.
Myles Caggins: Tû dikarî bi Inglîzî biaxivî?
Zarok: Belê
Myles Caggins: Tu baş î? Navê te çi ye?
Zarok: Navê min Diyar e.
Myles Caggins: Navê min Mylse e. Kolonel Mylse. Luqman bavê te ye.
Zarok: Belê.
Myles Caggins: Ez dizanim ku ew bi te serbilind e. Ez dizanim ku em wek leşker, wek Pêşmerge cil û bergên leşkerî li xwe dikin û ji bo parastina malbatên xwe amadene rûbirûyê mirinê bibin. Min bi malbata we re behsa hevbeşiya Amerîka û Pêşmerge dikir. Şert û mercê vê hevkariyê ew e ku hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi hev re li ser operasyonên hevbeş kar bikin.
Min carekê li çend vîdeoyên kevin yên salên 1980yî temaşe kir, yek ji wan vîdyoya Sedam Husên bû ku Kurd komkûj dikirin.
Dilbixwîn Dara: Em niha li kampa Kewîrgoskê ya koçberan in. Nêzîkî 8 hezar koçber li vê derê dimînin. Tu berî ti carî hatibû kampa koçberan?
Myles Caggins: Ev cara yekem e ku têm kampekê. Ev kamp bîranîna trajediya mezin e ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve rû daye. Xelkê vê kampê ji ber nearamîyê, pevçûn û terorê koçber bûne. Ev der bîranînek pir sade û zelal a trajediyên şer e. Zilamên ku rêberiya welat an komên leşkerî dikin divê zanibin ku şer bandorê li van zarok û malbatan dike.
Dilbixwîn Dara: Amerîka dikarî çi ji bo Kurdan bike?
Myles Caggins: Ez bi dîtina mamoste kêfxweş im. Ew ji nêz ve nûçeyan dişopîne, tê bîra we, berî ku Biden bibe serokomar, wî gotibû ez dixwazim alîkariya Kurdan bikim, li gor min girîng e ku serokên Kurdan û gelê Kurd li ser vê daxwazê berdewam bin û bibêjin ji kerema xwe alîkariya me bikin, ji kerema xwe me biparêzin.
Ez li vir im ji bo ku bêtir agahdarî li ser xelkê Herêma Kurdistanê bibim. Niha ku min leşkeriya xwe qedand, ez dikarim werim serdana kampan bikim û demekê li cem we bimînim û li nêrînên we guhdarî bikim ji ber ku ez dostê Kurda me û di xema van zarokan de me.
Dilbixwîn Dara: Em tê bibin berber?
Myles Caggins: Na, hewce nake. Cara din ger wextê min hebe.
Penaberek: Kurdan digotin ji bilî çiyayan tu dostên me nînin. Niha em dibêjin, Amerîkî dostên me ne, çima? Ji ber ku artêşeke wan a mezin heye û di warê siyasî û aborî de bihêz in û dikarin alîkariya me bikin.
Dilbixwîn Dara: Myles min tu anî kampê da ku bizanî koçber di bin çi şert û mercan de dijîn û bizanin daxwazên wan ji Amerîkaya çi ne.
Myles Caggins: Cîhan nikare van kampan ji bîr bike. Ev zilam û ev zarok ne bi heza xwe li vir in, lê belê neçar bûn hatin vir. Berxwedan û hêza ku niştecihên kampê hene, bi bawera min tenê Xwedê daye wan. Gelek kes hene di rewşeke wiha de dibe bêhêvî bibin. Dibe trawmaya di hişê wan de ji bo hin kesan pir mezin be. Lê hin kes li vir dixebitin ku ji bo xwe li vir jiyanek nû ya normal ava bikin. Her kesên ku em pê re axivîn dibêjin, ji ber ku Rojava ne ewle ye, naxwazin vegerin Rojava û ji êrîşên dewleta Tirk ditirsin. Ji ber vê yekê divê cîhan, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ji bo alîkariya xelkê li kampan pabend bin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi tenê nikare her tiştî bike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi milyonan dolar terxan kiriye, lê belê ev erkekî demdirêje ku pêwîst e ji bo penaberên Rojava were kirin, her wek çawa ku civaka navdewletî û Yekîtiya Ewropa penaberên Ukraynayê hembêz kirine. Ferqa di navbera Ukrayna û Rojava de çi ye? Ew hemî penaber an kesên jicihûwarkirî ne ku di heman demê de ji bo ewlehî, stargeh, alîkariya xwarinê û perwerdehiyê jî mafdar in.
Dilbixwîn Dara: Myles ji bo vê hevpeyvînê gelek kêfxweş bûm, mala te ava.
Myles Caggins: Ez ji bo vê ezmûnê spas dikim. Ez dê ji hevalên xwe yên li Washington û New Yorkê re behsa rewşa van kampan bikim û çawa civaka navneteweyî divê alîkariya van kampan bidomîne ji ber ku ev zarok hewcedarê hêviyê ne. Divê ev zarok dûr ji qada şer ji ber biryarên mezinan ne nalînin. Spas. Ez ji hemû Kurdan hez dikim.
Hevpeyvîn: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin