Nadîn Maenza: Tawanên şer ên Tirkiye tên paşguhkirin
.
Seroka berê ya Komîteya Amerîkî ya Navdewletî ji bo azadiyên olî Nadin Maenza ku niha li Rojavayê Kurdistanê ye diyar kir, ew li hember gotinên Serokkomarê Tirkiyê matmayî maye ku gotiye dê careke din êrîşî navçeyê bike û diyar kir ku çawa tawanên şer ên Tirkiyê tên paşguhkirin.
Nadîn Maenza destnîşan kir, çawa dikarin bêjin, li Ukraynayê êrîşa li dijî welatiyên sivîl, kuştin û revandina welatiyan tawanên şer e lê karê ku Tirkiyê li bakurê Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike ne tawan e.
Nadîn Maenza 24ê Gulana 2022an di parvekirineke di hesaba xwe ya Twitterê de got, "Ez nû gihame Bakurê Rojhilatê Sûriyê, ez matmayê mam dema min bihîst ku Erdogan gotiye ew ê careke din êrîş bike, da ku navçeyeke 30 kîlometrî çêbike bi navê "Navçeya Aram". Çawa li Ukraynayê êrîşa ku li sivîlan dike armanc, wan dikuje û direvîne û destdirêjiya sêksî dike wek tawanên şer tê naskirin lê dema Tirkiyê heman tiştî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dike tê paşguhxistin?
Nadîn Maenza her wiha anî ziman, “Rêveberiya niha ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştirîn rewş ji bo olan li nacvçeyê çêkiriye lê dema Tirkiyê êrîşî vir bike ew ê rewşê têk bide wek çawa li navçeyên din kir dema êrîşî ser wan deveran kir. Divê civaka Navdewletî her wiha Amerîka li dijî tawanên şer raweste, çi li Ukrayna û çi li vir li Bakurê Rojhilastê Sûriyê. "
Nadin Maenza her wiha di destpêka îsal de jî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû. Di wê serdanê de, ji bilî hevdîtinên fermî, serdana gundê Qeremaxê Kobanî kiribû ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû topbarankirin û di encama topbaranê de kesekî canê xwe ji dest dabû, 12 kesên din jî birîndar bûn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin