Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire

Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire

.

A+A-

Aktivîsta mafên mirovan a Amerîkî Nadine Maenzayê diyar kir ku Hikûmeta Şamê ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire.

Parêzvana Amerîkî Nadine Maenzayê şaşmayîna xwe li hemberî yekrêziya di navbera komên olî û etnîkî yên cuda li Rojavayê Kurdistanê anî zimên.

Nadine Maenza ji Bepirsê Beşa Înglîzî ya Rûdawê Karwan Faidhi Dri re axivî.

Wê destnîşan kir ku hikûmeta Şamê dikare ji tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê sûd wergire da ku yekbûna civakî li seranserê welêt bi pêş bixe.

Maenza, Seroka Sekretarya Navneteweyî ya Azadiya Olî (IRF) û seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) ye. Ew 14ê Nîsanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Di serdana xwe ya hefteyekê de wê bi rayedarên bilind û nûnerên komên cuda yên etnîkî û olî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîn.

Parêzvana mafên mirovan a Amerîkayî ji Rûdawê behsa çavdêriyên xwe kir û got, "Her kes li hev guhdarî dike.

Tiştê ku bi taybetî bala min kişand di vê serdanê de dengê yekgirtî yê her kesî li bakur-rojhilatê Sûriyeyê hebû."

Wê zêde kir ku heta komên mixalif jî wekî Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS), komên Xiristiyan ên ku berê bi mixalefeta piştgirî bi Tirkiyeyê ve girêdayî bûn û rêberên olî yên ku demekê bi rejîma rûxandî ya Beşar Esed re hevgirtî bûn hemû piştgiriya Rêveberiya Xweser a bakur-rojhilatê Sûriyeyê dikin û dixwazin bibînin ku ew herî kêm bi piranî were parastin.

Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD) a serwerê Rojavayê Kurdistanê û ENKS nêzîkî dehsalekê dijberên hev in lê wan di demên dawî de gotûbêjên yekîtiyê yên ku bi salan rawestiyabûn dîsa dest pê kirin.

Her du alî dê roja şemiyê Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê li dar bixin.

“Şam dikare ji modela Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire”

Nadine Maenzayê amaje bi wê yekê kir ku modela Rojavayê Kurdistanê dikare ji Sûriyeyê re bibe nimûne û wiha domand:

"Dibe ku ne bi temamî wekî tiştê ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin be. Ez pêşniyar dikim ku ev model ji bo her cihê cîhanê guncaw e lê tiştê ku em dikarin ji wan fêr bibin ew e ka çawa wan giringî daye avakirina yekbûna civakî.

Bi rastî, hûn diçin bajarekî ku piraniya wê Kurd e, wekî mînak û eger hûn li hevserokan û cîgirên hevserokan û hemû kesên têkilî birêvebirinê binêrin, hûn dê bibînin ku her ol, etnîk di pozîsyonên hikûmetê de tên temsîlkirin.

Bi vî rengî dengê her kesî heye û hemû her roj bi hev re dixebitin da ku pirsgirêkên hev çareser bikin da ku ew pêbawerî hebe û hûn wê civakê bibînin. “

Li gorî gotina Maenzayê pêkateyên olî xwe li herêmên di bin kontrola Şamê de ne ewle hîs nakin.

Parêzvana mafên mirovan behsa parastina mafên pêkhateyan jî kir û wiha domand:

"Ez tenê çend roj berê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi rêberekî evangelist re axivîm ku hema hema li Şamê bû.

Wî ji min re digot ku wî bi xwe dît ku otomobîlek li taxa Xiristiyanan geriyaye.

Li gorî ku wî digot hatiye xwestin ku divê jin hîcabê li serê xwe bikin, jin û mêr nikarin bi hev re bimeşin.

Ev cûre tişt in ku niha dibin û ji bo hemû civakên olî yên cuda tirsnak in, di nav de Suniyên ku naxwazin di bin desthilata Îslamîst de bijîn jî.

“Ewropî berjewendiyên xwe difikirin”

Wê welatên Ewropî rexne kir ji ber ku zextê li ser Hikûmeta Şamê nakin û eşkere kir ku ji bo van welatan pirî caran berjewendiyên wan her tim di beriya her tiştî tên.

Çend welatên Ewropayê bi taybetî Almanya û Fransa û Brîtanyayê piştgiriyê didin Hikûmeta Sûriyeyê dîplomatên wan ên payebilind serdana vî welatî jî kirine.

Maenzayê amaje bi helwesta welatên Ewropayê yên li hemberî Sûriyeyê kir û got:

“Bi awayekî dirêjdem li Sûriyeyê dinêrin, divê giringiyê bidin yekbûna civakî, divê giringiyê bidin avakirina civakeke ku hemwelatîbûna wekhev hebe li ser berjewendiyên xwe yên aborî, ji ber ku eger bi rastî ew vê yekê bikin, wê demê Sûriye şanseke çêtir heye ku aram bibe ku dê piştre bibe hevkarekî aborî yê çêtir."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin