Nadya Mûrad û 34 rêxistinan nameyek pêşkeşî Papa Francis kirin
.
Çalakvana Kurd a Êzidî ku Nobela Aştiyê wergirtiye, Nadya Mûrad dema serdana Papa ya Kurdistan û Iraqê tevî 34 rêxistin û komên nehukûmî yên Iraqê û navdewletî nameyeke vekirî pêşkeşî Papayê Vatîkanê Papa Francis kir.
Medya Vatîkanê ragihandiye, di nameyê de Nadya Mûrad û ew rêxistin û kom, daxwaz jê dikin garantiya parastina kêmîneyên Iraqê bike ku rûbirûyê gefan dibin ji aliyê rêxistinên terorî ve û herwiha rastî yasayên zilmkar tên.
Nadya Mûrad bi navê rêxistina “Destpêşxeriya Nadya” ku rêxistineke nehukmî ye û sala 2018an ji bo lipeyçûna mafên rizgarbûyên jinên Êzidî ji destdirêjî, tundûtûjiyê û dûbare bingehdanîna komelgehên wan di dema krîzan de, hatiye damezrandin, îmze li lîsta wan rêxistinan kiriye ku name ji Papa Francis re şandine.
Di nameyê de tê gotin, serdana Papa bo Iraqê di demeke hestyar de tê. Hevdem hel û derfeteke girîng ji bo bihêzkirina binemayên aştî, tebayî û karê bi hev re bo pêşîgirtin li tawanên mezin ku dibin sedema nehametiya ji bo nifşên nû.
Di nameyê de tekezî li ser hatiye kirin, serkutkirin û êrîşên tund li dijî kêmîneyên Iraqê li ser bingeha bîrûbaweriyên ayînî di zêdebûneke berdewam de ye û ev rewş jî kêmîneyan neçar dike axa xwe ya bapîran bicih bihêlin û koçberî derveyî welat bibin.
Herwiha di nameyê de hatiye bibîrxistin, tevî şikestina DAIŞê di warê serbazî û di jidestdana axê de, êrîşên wê heta niha jî berdewam in û gotarên kîn û kerbê ji aliyê beşek ji kesayetên ayînî û radîkaliya bingehîn li dijî kêmîneyan berdewam in.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin