NAMZETÊ SERBİXWE M. FEYYAZ EKMEN SERDANA BATSOYÊ KIR
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyaz Ekmen, bi çerçoweya xebatên hibijartinê çû serdana BATSOyê.
Îro Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Batmanê Abdulkadîr Demîr, pêşwazî li Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmenî kir.
Digel Feyyaz Ekmenî, Serokê Teşkîlata Batmanê yê PAKê Azîz Ozdemîr û hin endam û rêvebirên PAKê jî di şandeyê de bûn.
Di hevdîtinê de M.Feyyaz Ekmen, behsa projeya xwe ya bo şaredarîya Batmanê kir û got em ê şaredarîya Batmanê û ên welatê xwe jî, digel miletê xwe birêve bibin û wisa pê de çû: "Divê di şaredarîya me de her însan bêne temsîlkirin û beyî beşdarîya civaka sivîl birêvebirina şaredariyan ne pêkan e.
Serokê BATSOyê Abdulkadîr Demîr jî, serkeftinê ji M.Feyyaz Ekmenî re xwest û got digel ku karekî zehmet e bes pengaveka gelekî erênî ye ku alternatîfeke ava bike û divê ev rêya sêyem ku bûye alternatîf, xebatên xwe her bimeşîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin