Namzetên Serbixwe li Parka Mehmet Sîncar û Pira Kevir bûn
Bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Qosera navçeya Mêrdînê,li Parka Mehmet Sincar û li Pira Kevir belavok belav kirin xwe bi esnafan dane naskirin.
A+A-
Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, roja 21.03.2019 li Qosera navçeya Mêrdînê, li Parka Mehmet Sincar û li Pira Kevir li gel Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li gel belav kirin.
Gel û Esnafên Parka Mehmet Sincar û li Pira Kevir yên Qoserê eleqeyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin