Namzetên Serbixwe yên Amedê lezê dan xebatên hilbijartinê
Namzedên serbixwe gav bi gav li Amedê dixebitin; îro jî li Gêl(Eğil), Pîran û Hênê bûn.
Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, îro (25.03.2019) li Navçeyên Amedê, li Egil, Pîran û Hênê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , li esanafan û xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartınê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.Gel û esnafên Egil, Pîran û Hênê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.
Li Pîran a kubajarê namzetê Bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş e, gel pêşewazîyeke taybet û germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.
Li Hênê di dema gera li nav gel û esnafan de, baranê dayê lê Tifaqa Welatperwer û Demokrat her xebata xwe ya li nav bajêr de berdewam kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin