Nasandina çanda Dêrsimê bi peykerên mînyatûr
.
Dêrsim yek ji parêzgehên diyar ên Bakurê Kurdistanê ye û piraniya şêniyên wê Elewî ne û bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) diaxivin.
Li Dêrsimê, hunera peykersaziyê pîşeyeke pîroz e.
Li vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê, hunermendekî peykersaz ê bi navê Sînan Sagol heye.
Sînan Sagol pispor û şarezayekî diyar ê dekorên malan e.
Bi peykerên pezkoviyan xwezaya Dêrsimê dide nasîn
Peykersaz û wênekêş Sînan Sagol ev nêzîkî 4 salan e, bi rêya nîgar û peykerên pezkoviyên biçûk xwezaya Dêrsimê dide nasîn.
Hunermendê Kurd Sînan Sagol ji Rûdawê re wiha behsa xwe û xebatên xwe kir:
"Min li zanîngehên Balikesîr û Celal Bayarê xwendiye. Pisporiya min ne têkildarî hunera min e lê ez hogirê hunerê me û ji zaroktiya xwe ve ez her tim bi reftara xwe ya bi kevir, herî, hevîr û rengan re pir taybet bûm û min karîbû berhemên spehî ji wan çêbikim.
Min di textik û daran de peykerên xweşik çêkirine. Min karên bêhempa bi keviran çêkirine. Li kêleka vê jî, karîn û behreya min ji bo hunera nîgarkêşiyê zêdetir bû.
Ji bo ku ez hunera xwe zêdetir bi pêş bixim, min ev galerî vekir û bi saya wê karîbû gelek berhemên cuda yên nîgarkêşî û peykersaziyê, boyaxa zeytî û nîgarkêşiya li ser avê û gelek hunerên din berhem bînim."
Galeriyeke taybet li mala xwe vekir
Sînan Sagol 45 salî ye û li Zanîngeha Celal Bayarê ya Manîsayê beşa dîzayna bexçeyan qedandiye.
Piştî ku li Dêrsimê niştecih bû, galeriyeke taybet li mala xwe vekir û mijûlî nîgarkêşî û peykersaziya xemilandina malan e.
Peykerên Seyîd Riza çêkirine
Wî peykerên biçûk ên kesayetê navdar ê Kurd Seyîd Riza û herwiha Komkujiya Dêrsimê çêkirine.
Herwiha piraniya peykerên ku çêdike pezkovîyên Dêrsimê ne, çimkî pezkovî li cem Dêrsimiyan pîroz in.
Dixwaze çanda Dêrsimê ya li hemberî xwezayê reng bide
Sînan Sagol diyar kir ku armanca sereke ya karên wî derbirîna xwezayê ye û wiha domand:
“Ez dixwazim çanda Dêrsimê û reftara wan a li hemberî xwezayê reng vede. Ev dê bibe şahesereke bêhempa.
Dêrsimî bi hemû hêza xwe hewl didin xweza û keskahiyê biparêzin. Wek erkekî li ser milê min, ez jî dixwazim berhemên min di her maleke Dêrsimê de hebin, wek spas û rêzgirtina jîngehdost û xwezadostan."
Galeriya xwe wekî fêrgehekê bi kar tîne
Sînan galeriya xwe mîna fêrgehekê bi kar tîne, ji bo ku keç û jinên Kurd li Dêrsimê fêrî wê hunerê bibin.
Sînan Saxol herwiha da zanîn ku daxwazeke mezin li ser berhemên wî yên hunerî heye û got:
“Ez jî şev û rojê dikim yek ji bo ku ez xwestekên wan bi cih bînim û ji bo hejar û feqîran jî ez pir alîkariya wan dikim.
Di heman demê de, jin jî dikarin bi rêya beşdariya galeriya min, xwe fêrî vê hunerê bikin. Dibe ku di siberojê de bibe pîşeyek û ew mifayê jê wergirin.
Lê pêwîst e vê yekê jî bizanin ku divê xwediyên dest û tiliyên rengîn bin. Çimkî ev kar pir hûr e û westeke mezin dixwaze. Ji bo hînkirina wan, çi ji destê min bê, ez ê xemsariyê nekim."
Ji bilî ku vê wekî hunereke bedew dibîne, Sînan dixwaze bi rêya wê peyama Dêrsimiyan a ku jîngeheke kesk û paqij û parastina ajelên kovî ye, ragihîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin