NATO: 100 keştiyên şer û 120 balafirên şer amade ne
.
Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li ser mijara pirsgirêka navbera Rûsya û Ûkraynayê daxwuyanî da û Rûsyayê tehdîd kir. Stoltenberg weha got:
“Niha ji bo şer amade ji 100 an zêdetir balafirên me yên şer û ji Derya Bakûr heya Derya Sipî di deryayan de ji 120 an zêdetir keştiyên me yên şer hene. Ji bo em li ber êrîşkeriyê ji bo hevkaran re bibin mertal, çi pêwist be em ê bikin. Rûsya li dora Ûkraynayê û di nav de leşkeran kom kiriye, leşkerên wan ji bo şer amade ne û do bi şev leşkerên Rûsya ketine Donestk û Luhanskê.”
Stoltenberg biryara Rûsyayê ya naskirina ‘Komara gel ya Donetsk’ê û ya ‘Komara Gel ya Luhansk’ê şermezar kir û bang li Rûsyayê kir da paş de gav bavêje û rêya dîplomasiyê bibjêre. Stoltenberg weha dewam kir:
“Niha Awrûpa di rewşa herî talûke de ye, em ê desteka xwe ji bo Ûkraynayê dewam bikin, hêzên Rûsyayê li nav Ûkraynayê, Kirimê û Donbasê li dora 150 hezarin, balafirên şer û helîkopterên wan hene.
Gelek yekîneyên şer yên Rûsyayê, ji kampên xwe derketine, li sehayê ne û ji bo şer amade ne. Me ji bo parastina hevkarên xwe bi hezaran leşker şandiye Awrûpa Rojhilat û em hinekan di amadekariyê de dihêlin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin