
NATO: Rewşa Iraqê hîn jî nîgeraniyê çêdike
NATO dema karên xwe yên li Iraqê dirêj dike û Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar dike ku rewşa Iraqê hê jî cihê nîgeraniyê ye û ew amade ne ku erkên xwe berfirehtir bikin.
A+A-
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand; rewşa ewlehiyê ya Iraqê hê jî cihê nîgeraniya wan e û NATO ji ber vê yekê amade ye erkên xwe li Iraqê dirêj û berfireh bike, herwiha amade ne hêzên Iraqê zêdetir rahênan bikin.
Jens Stoltenberg diyar kir; niha 500 şêwirmendên serbazî yên NATOyê li Iraqê ne û amade ne hêzên xwe ji vê hejmarê zêdetir bikin bi şêwra ligel desthilatdarên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê.
Stoltenberg eşkere kir; niha hejmar diyar nîne, lê belê ji bo ku di meha Sibata 2021ê de ev mijar gotûbêj bikin, plan datînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin