NATO: Yewnanistan û Tirkiye ji bo danûstandinan li hev kirin
Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand; Yewnanistan û Tirkiye razî bûn dest bi gotûbêjan bikin, da ku xwe ji aloziyên li Deryaya Spî biparêzin.
A+A-
Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand; Yewnanistan û Tirkiye razî bûn dest bi gotûbêjan bikin, da ku xwe ji aloziyên li Deryaya Spî biparêzin.
Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir; her du welatan ji bo danûstandinên teknîkî li hev kirin, da ku rûbirûyî hev nebin.
Di vê çarçoveyê de Hulusi Akar, Wezîrê Bereyaniyê yê Tirkiyê ragihand; Tirkiye li benda civîna ligel Yewnanistanê ye, ku di çend rojên pêş de li Enqerê were encamdan.
Hulusi Akar diyar kir ku armanca civînê, çareserkirina wan kêşeyan e ku di navbera her du welatan de hene.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin