Navçeya ku aşxaneyên wê feqîran diezimînin xwarinê!
Li navçeya Depê ya Elezizê ya Bakurê Kurdistanê aşxane xwarinê bêpere dide wan kesên ku pêdivîyan wan pê heye
A+A-
Li navçeya Depê ya Elezizê ya Bakurê Kurdistanê aşxane xwarinê bêpere dide wan kesên ku pêdivîyan wan pê heye.
Ev 70 sal in li navçeya Qereqoçanê/Depê ev adet dom dike û di her aşxaneyê de ji bo wan cî hatine veqetandin; yên pêdivîyên wan hebin li wê xwarina xwe dixwin.
Xwedîyê aşxanêye Mehmet Ozturk dibêje, rojê 20 kes li aşxaneya wan xwarin dixwin û ew bi vê yekê gelek bextewar dibe û dibêje qezenckirina milyonan jî evwqas wî bextîyar nake. Ew xwarinê didin wan kesên feqîr bêyî ku ew pê rencîde bibin.
Remezan Ayetem jî dibêje ji xwe yên pêdiviyên wan bi xwarinê hene di rewşa wan de xuya dibe, carna em wan kesên feqîr ku ber aşxaneyê de derbas dibin, diezimînin xwarinê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin